Ji bermahiyan jiyanek afirand

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker gundê wê dagir kir û mala wê rûxand, lê qebûl nekir ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de bijî. Piştî rizgarkirina gund mala xwe ji nû ve ava kir û bi alavên basît ku bi destê xwe çêkirin, mala xwe saz kir.

Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
Ji bermahiyan jiyanek afirand
19 sibat, 2019   09:25

ARŞÎN NECAR – FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Welatiya bi navê Necwa Şiblî ya ji pêkhateya Ereb a gundê Babnis ê kantona Şehbayê 38 salî ye û dayika 2 zarokan e. Beriya wê li navçeya Ehdasê dima, dibêje beriya aloziya Sûriyê wê mala xwe bi destê xwe ava kiribû û bi berhemên destê xwe mal xemilandibû.

Necwa diyar dike ku bi dagirkirina kantona Şehbayê re ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rewş aloz bû û wiha parve dike: "Balafir û top em dikirin hedef, jiyana me veguherandibû felaketekê, me gelek zehmetî kişandin, me xwîn, xirabî û koçberî dît."

Necwa diyar dike ku wê qebûl nekir di bin zilma dagirkeran de bijî, ji ber ku sivîlan dikin hedef, li ser vê yekê berê xwe dide bajarê Ezazê û ji wir jî berê xwe dide bajarê Efrînê.

Malbata Necwa 5 salan li Efrînê dimîne. Necwa li ser vê yekê vî tiştî tîne ziman: "Li Efrînê tu ferq û cudahî di navbera pêkhateyan de tune bû, 5 salan li Efrînê mam, min êşa xerîbiyê hîs nekir, Efrîn xweş û ewle bû. "

Malbata Necwa piştî rizgarkirina gundê wê ji aliyê hêzên şorşgerî yên hevbeş ve ji komên çete vedigere mala xwe ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê, mala wê ji ber şer û topbaranê hatibû rûxandin.

Dayika Necwa bi karên ku bi destê xwe çêkirin mala xwe ji nû ve ava dike, di nava 2 mehan de mala xwe bi temamî saz kir û ji berhemên şer ku çeteyan hiştine, tiştên xweşik çêdike û pê mala xwe dixemilîne.

Necwa diyar dike ku ew ji zarokatiya xwe ve fêrî karê destan bûye, hezkirina wê ya ji vî karî roj bi roj zêde dibe û wiha dibêje: "Wêraniya ku gihîşt mala min pir mezin bû, lê niha ez li mala xwe me û di nava aramiyê de û bi vê yekê pir kêfxweş im, bi hêvî me ku ev kêfxweşî dewam bike."

 ANHA