Komîteya Karûbarên Civakî dozan bi rêbaza razîbûnê çareser dike

Komîteya Karûbarên Civakî (Komîteya Lihevanînê) ya navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî hewl dide dozên civakî çareser bike û wekhevî û edaletê di navbera endamên civaka herêmê de bi cih bike. Mehane derdora 25 dozan bi razîbûna her du aliyan çareser dike.

Komîteya Karûbarên Civakî dozan bi rêbaza razîbûnê çareser dike
Komîteya Karûbarên Civakî dozan bi rêbaza razîbûnê çareser dike
19 sibat, 2019   09:52

MIHEMED EL-EHMED - IBRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Komîteya Karûbarên Civakî yan jî wekî ku di nav şêniyên herêmê de tê naskirin “Komîteya Lihevanînê” ji girîngtirîn rêgezên projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hesibandin. Komîteyên lihevanînê yên ku li gund û bajarên li herêmê hatine avakirin, hewl didin dozên nakok bi razîbûna her du aliyên dozê çareser bikin.

Li navçeya Silûkê ya girêdayî kantona Girê Spî Komîteya Lihevanînê bi destpêka avakirina meclisa navçeyê û piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê, beriya vegera şêniyan hate avakirin. Di komîteyê de 4 kes ji rûspiyên herêmê û jinek dixebitin.

Li gorî serjimariyekê, komîteyê derdora 300 doz ku piraniya wan dozên malbatî, avahîsazî û nakokiyên di navbera cîran û xizman de ne, çareser kirine. Ji aliyekî din ve derdora 100 dozên girêdayî deyn û firotina erebeyan nehatine çareserkirin.

Ji ber xweseriya herêmê ya êlî, ji ber ku endamên komîteyê rûspiyên herêmê ne û ji hêla şêniyan ve cihê hurmetdariyê ne, lewre piraniya dozan bi rêya komîteyê têne çareserkirin.

Komîteya Karûbarên Civakî îsal di mehekê de 50 doz çareser kirine û jê 10 doz veguhestine dozgeriya giştî ya navçeyê.

Di çareserkirina pirsgirêkan de dema yek ji aliyên nakok bê gel komîteyê, endamên komîteyê bang li aliyên din dikin da ku bi rêya razîbûnê û li gorî kevneşop û adetên herêmê pirsgirêkê çareser bikin. Eger doz çareser nebû, komîteyê wê dozê vediguhêze dozgeriya giştî ya navçeyê yan jî dadgeha kantonê.

Endamên komîteyê bi rêjeya ji sedî 75 dozên ku têne ber destên wan, çareser dikin. Rêjeya dozên ku komîte di mehekê de pêşwazî dike, derdora 25 doz in.

El-Hac Ezîz Muslim endamekî komîteyê ye girêdayî xebatên komîteyê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di sala borî de me derdora 200 doz çareser kirin. Piraniya dozan malbatî û nakokiyên avahîsaziyê bûn. Me doz bi razîbûna her du aliyan çareser kirin. Dozên ku nehatine çareserkirin, me ji dozgeriya giştî ya navçeyê yan jî dadgeha kantonê re veguhestine."

(şx)

ANHA