Artêşa Tirk nahêle cotkarên Eyn Dîwerê zeviyên xwe biçînin

Artêşa Tirk a dagirker ji 5 salan ve rê nade ku şêniyên Eyn Dîwerê mewsima çandiniyê ya zivistanê û havînê biçînin û ew ji jêdera qût bê par hiştine. Ew jî bandoreke neyînî li jiyana wan dike.

Artêşa Tirk nahêle cotkarên Eyn Dîwerê zeviyên xwe biçînin
Artêşa Tirk nahêle cotkarên Eyn Dîwerê zeviyên xwe biçînin
Artêşa Tirk nahêle cotkarên Eyn Dîwerê zeviyên xwe biçînin
Artêşa Tirk nahêle cotkarên Eyn Dîwerê zeviyên xwe biçînin
Artêşa Tirk nahêle cotkarên Eyn Dîwerê zeviyên xwe biçînin
Artêşa Tirk nahêle cotkarên Eyn Dîwerê zeviyên xwe biçînin
19 sibat, 2019   08:41

ÎSAM ABDULLAH - NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Gundê Eyn Dîwer ê girêdayî herêma Dêrikê ji ber nêzbûna wê ji çemê Dîcleyê ve, bi hebûna av û zeviyên xwe yên berhemdar navdar e. Tevahiya hilberînan lê têne çandin, ji ber wê şênî debara xwe bi çandiniyê peyda dikin.

Di destpêka sala 2014`an de dewleta Tirk a dagirker bi rêya avakirina dîwar rê nade ku cotkarên gund zeviyên xwe li ser beravên çemê Dîcle yên nêzî sînor biçînin. Miqdara zeviyên ku nehatin çandin derdora 500 hektar anku 50 hezar donim e.

Îsal şênî amadekariyên çandina şitlan di hingaran (baxçeyên sergirtî) de dikin bi hêviya ku îsal karibin zeviyên xwe yên ku ji 5 salan ve jê bê par mane, biçînin.

Girêdayî mijarê cotkarê bi navê Reşîd Abdullah ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku Eyn Dîwer bi zeviyên xwe yên berhemdar tê naskirin û wek jêdara qûta şêniyan ji aliyê aborî û jiyanî ve tên hesibandin.

Ruxmî ku dewleta Tirk rê nade ku şêniyên Eyn Dîwerê nêzî zeviyên xwe bibin, lê Reşîd Abdullah dibêje ku şênî her sal şitlên sebzeyan diçînin, bi hêviya ku karibin di nav zeviyên xwe de biçînin û dagirkeriya Tirk dest ji hedefgirtina wan berde.

Reşîd Abdullah bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî kir ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin.

(şx)

ANHA