Li Şêxmeqsûd komîteyên parastina sûkan û basteyan

Piştî peydabûna ewlehiyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û avakirina Komîteya Parastina Sûkan ji hêla şaredariyê ve, şênî kelûpelên xwe li sûkê bêyî ku rastî dizînê werin, dihêlin.

Li Şêxmeqsûd komîteyên parastina sûkan û basteyan
Li Şêxmeqsûd komîteyên parastina sûkan û basteyan
Li Şêxmeqsûd komîteyên parastina sûkan û basteyan
Li Şêxmeqsûd komîteyên parastina sûkan û basteyan
Li Şêxmeqsûd komîteyên parastina sûkan û basteyan
Li Şêxmeqsûd komîteyên parastina sûkan û basteyan
19 sibat, 2019   08:28

HENAN MIHEMED / HELEB

Sûka gelêrî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê di sala 1997`an de hate aktîfkirin. Ji sûkên taxê yên herî mezin tê hesibandin û wek ‘Sûka Xerbî’ tê naskirin. Her wiha bûbû meqseda şêniyên taxên din ên Helebê.

Bi destpêkirina aloziyê li bajarê Helebê re, tax hate dorpêçkirin û rastî êrîşan hat. Ev êrîş di 2016`an de dijwartir bûn. Ji bilî ku wêran bû, sûk rastî zirarên mezin hatin, di encama kêmbûna kelûpelan û bilindbûna buhayên wan de. Ji ber wê şaredariyê wê demê sûk girt û veguhest beşa rojhilatê taxê.

Piştî ku jiyan hêdî hêdî vegerî taxê, tevger li taxê li astên gelêrî û sazî vejiya, bi xwe re barên Şaredariya Gel a taxê zêde kirin. Şaredarî bi derfetên kêm bi erkên xwe rabû.

Bi peydabûna ewlehiyê re xwediyên dikanan û bi alîkariya Şaredariya Gel bi dehan bazirganan li sûka gelêrî ya ku dikeve rojavayê taxê, dikanên xwe vekirin. Derdora 70 baste ku kelûpelên cuda ji sebze, fêkî, goşt, cil û alavên malan difiroşin, hatin vekirin.

Şaredariya Gel sûk li gorî pêdiviyên şêniyan bi rêxistin kir bi taybet piştî ku beşek jê wêran bûbû.

Avakirina komîteyên parastina sûkan

Ji ber ku xwediyên basteyan ên ku li gel wan dikan tune ne, kelûpelan tê de depo bikin û ji bo rê li pêşiya dizîna kelûpelan bê girtin, xwediyên basteyên di nav sûkê de gelek daxwaznameyên birêxistinkirina sûkê û bicihanîna nobetdariya wê pêşwazî şaredariyê kirine.

Li ser bangewaziyên şêniyan Şaredariya Gel a taxê Komîteya Parastina Sûkan ji 7 endaman ava kir. Her wiha ji bo parastina sûkê 2 endam jî erkdar kirin. Ji aliyê xwe ve endamên komîteyê di danên sibehê de xwe bi rêxistin dikin û çavdêriya her du sûkên Rojava (Xerbî) û Rojhilat (Şerqî) dikin.

Kelûpelan li derve dihêlin

Tişta ku bala mirov li taxa Şêxmeqsûd dikişîne, birêxistinkirina xwe ji aliyê xizmetguzarî û civakî ve. Şênî kelûpelan di nav sûkê de li ser basteyan dihêlin û diçin malên xwe. Endamên şaredariyê piştî ku dikan têne girtin derdora 12 saetan nobetdariya sûkan dikin, ji saet 7’ê êvarê heya sibeha roja din.

Xwediyê basteyekê bi navê Reşîd Piling wiha got: "Şaredarî daxwaza me anî cih û nobetdarî di nav sûkê de erkdar kir. Di encamê de barên me di barkirina kelûpelan de ji sûkê ber bi malê ve sivik kirin."

Girêdayî projey û plansaziya şaredariyê di birêxistinkirina sûkan de endamê Komîteya Zimhêrê ya Şaredariya Gel  Neşet Îsa ji ajansa me re axivî û wiha got: "Destpêkê tu rêxistinkirinek di nav sûkê de tune bû. Ji ber wê me alîkariya xwediyê basteyan kir û em xebatên xwe di vî warî de berdewam dikin."

(şx)

ANHA