Rojeva çapemeniya erebî ya îro

Rewşa Sûriyê ûdaxuyaniyên hin dewletên cîhanê der barê Hêzên Sûriya Demokratîk de, rewşa Yemenê û nakokiyên Kurdan li Iraqê di rojeva çapemeniya erebî de bûn.

Rojeva çapemeniya erebî ya îro
18 sibat, 2019   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Moskov ji rejîmê dixwaze bi Kurdan re diyalogê bike

Rojnameya El-şerq El-Ewset der barê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de nivîsî: “Berpirsekî bilind ê Rûsyayê şîret li Şamê kir ku bi Kurdan re bikeva diyalogê, cîgirê wezîrê karên derve Sergey Franshen di Kongreya Munchenê de got “Eger tu hêzên biyanî li bakurê rojhilatê Sûriyê nemînin, ez bawer im ku çareseriya baş ew e ku di navbera Kurdan û Şamê de diyalog çêbe.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Li aliyekî din Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniyekê de diyar kir ku meclisa wan a leşkerî “têkiliyên bi hikumeta Sûriyê re nirxandine” û tekez kir ku ew hewl didin “di çarçoveya yekpariya Sûriyê de li çareyekê bigerin, lê pêwîst e ku taybetmendiya QSD`ê berçav bê dîtin û rêveberiya xweser bi awayekî fermî bê naskirin.”

El-Ereb: Washington dê beriya vekişînê bi hevparên xwe bişêwire

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Şandêrê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey got Amerîka dê ji nişka ve ji Sûriyê venekişe û ew ê der barê mijarê de bi hevparên xwe bişêwire.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Di mijara çêkirina herêma ewle ya li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê de xuya ye ku di navbera Jeffrey û wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar de nakokî heye, bi taybet der barê komên ku Kurd rêveberiya wan dikin û Amerîka ji bo şerê li dijî rêxistina Dewleta Îslamî piştgiriya wan dike de.”

El-Şerq El-Ewsat: Parîs ji bo Kurdan ne bê wefa ye

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî wiha nivîsî: “Parîs di mijara rewşa Kurdan a piştî şerê li dijî DAIŞ`ê û vekişîna hêzên Amerîkayê de hîna tu çare nedîtiye, lê li gorî çavkaniyeke fransî ya bilind, Parîs der barê mijarê de bi fikar e û xwe weke dostê Kurdan dibîne.”

Li gorî rojnameya La Parezan wezîra parastinê ya Fransayê Florence Parly gotiye welatê wê “ne bê wefa ye” li beramber “pir tiştên ku hevparên me yên hêzên Sûriya Demokratîk dane.”

El-Ereb: nakokiyên der barê Kerkûkê de lihevhatina Kurdên Iraqê têk dibe

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha got: “Yekitî Niştîmanî Kurdistan hewl dide kabîneya Wezareta Edaletê û parêzeriya Kerkûkê ji xwe re bibe û li bendê ye ku serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî vê yekê îmze bike.”

Rojnameyê wiha got: “Partiya Barzanî di hilbijartinên herêmê de yekemîn bû û ji 111`an 45 kursî girtin, lewma kursiyê serokatiya herêmê û serokatiya hikumeta herêmê ji mafê wê bû, tê payîn ku serokatiya parlemanê jî bibe para Yekitî Niştimanî Kurdistan.”

Filistîn

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê mijara Filistînê de wiha nivîsî: “Rêveberên tevgera “El-Fetih” Îran û hin dewletên herêmî tawanbar kirin ku piştgiriya Hemas û El-Cîhad dikin û parçebûna Filistînê diçespînin.

Yemen

Der barê mijara Yemenê de rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsî: “Nûnerê navdewletî bo Yemenê Martin Griffiths ku ji nişka ve serdana herêmê dike. Xuya ye der barê aloziya Yemenê de hin lihevhatinên navdewletî di civîna Warsawê de çêbûne.

Çavkaniyên siyasî dibêjin ku Griffiths dê nameyeke nû bide Hûsiyan, beriya civîna Konseya Ewlekariyê na Neteweyên Yekbûyî ku tê payîn roja duşemê li dar bikeve, name jî ew e ku êdî hewlwesta navdewletî li dijî Hûsiyan bûye yek.”

(kn)