Xebatên sererastkirina pira deriyê Sêmalka dewam dikin

Ji ber barana zêde û bilindbûna ava Dîcleyê pira di navbera Rojava û Başûr de ya li deriyê Sêmalka xirab bû û çûn û hatin jî rawestiya. Ekîbên pêwendîdar ji bo sererastkirina pirê xebatên xwe dewam dikin.

Xebatên sererastkirina pira deriyê Sêmalka dewam dikin
Xebatên sererastkirina pira deriyê Sêmalka dewam dikin
Xebatên sererastkirina pira deriyê Sêmalka dewam dikin
Xebatên sererastkirina pira deriyê Sêmalka dewam dikin
16 sibat, 2019   13:55

ISAM EBDELA - NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Deriyê Sêmalka yê li ser ava Dîcleyê deriyê sereke yê çûn û hatin û bazirganiya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye. Ji bo çûn û hatinê du pir; yek a çûyînê û ya din a hatinê, hene.

Ji ber barana zêde, beriya nêzî mehekê asta ava çemê Dîcle bilind bû û di encamê de hin aliyên her du piran xirab bûn.

Ekîbên têkildar ên deriyê Sêmalka ji bo çêkirin û sererastkirina piran ketin nava tevgerê. Di encama xebatê de heta niha pira hatinê di meha çileyê de hate sererastkirin. Her wiha ji bo çêkirina pira çûyînê jî xebat dewam dikin.

Rêveberê Buroya Têkiliyan a Deriyê Sêmalka Baz Ehmed der barê mijarê de ji ANHA`yê re axivî û wiha got: “Nêzî 2 mehan e ku ekîbên têkildar ji bo çêkirina piran dixebitin.”

Baz Ehmed tekez kir ku wan heta niha pira hatinê sererast kiriye lê xebatên ji bo çêkirina pira çûyînê dewam dikin û tê payîn ku meha Adarê ev pir jî bikeve xizmetê. Li gorî Ehmed niha tu astengî li pêşiya liv û tevgera deriyê sînor çênebûne.

(kn)

ANHA