YPG: Em rêhevalên xwe Ebdulah û Egîd bi rêzdarî bibîr tînin

YPG’ê şervanên xwe Ebdulah Til Temir (Elî El- Ehmed) ku di 14’ê Sibatê de li Dêrazorê û Egîd Cîlo (Metîn Çiftçî) ku 13’ê Sibatê de li Qamişloyê di encama qezaya tirafîkê de, şehîd bûne, bi bîr anî.

YPG: Em rêhevalên xwe Ebdulah û Egîd bi rêzdarî bibîr tînin
YPG: Em rêhevalên xwe Ebdulah û Egîd bi rêzdarî bibîr tînin
YPG: Em rêhevalên xwe Ebdulah û Egîd bi rêzdarî bibîr tînin
16 sibat, 2019   13:50

 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekî nasnameya şervanên xwe Elî El- Ehmed ku di 14’ê Sibatê de li Dêrazorê Egîd Cîlo (Metîn Çiftçî) ku 13’ê Sibatê de li Qamişloyê di encama qezaya tirafîkê de, şehîd bûne, eşkere kir.

 Daxuyanî wiha ye;

“Em nasnameyên 2 rêhevalên xwe yên ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêrazorê de û encama qezaya trafîkê a li Qamişloyê de gihîştine şehadetê ji raya giştî re parve dikin.

 1. Şerê Tunekirina Terorê a çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê a bi armanca tunekirina terorê ya DAIŞ’ê li herêma Dêrezorê hatibû destpêkirin ber bi dawîbûyînê ve  diçe. Di vê çarçoveyê de, di dîroka 14’ê Sibatê li gundê Baxoza Jorîn operasyonên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidar xistin de derbên giran li çeteyan hat dayîn. Di vê operasyonan de rêhevalê me Ebdulah piştî bi qehremanî şer kir û gihîşt şehadetê. Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;

*****

 Nasnav: Ebdulah Til Temir

Nav û Paşnav: Elî El Ehmed

Navê Dayikê: Tayibe

Navê Bav: Ebud

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 14’ê Sibatê 2019

*****

2. Hevalê me Egîd ku li Qamişloyê li ser erka xwe bû, di encama qezaya trafîkê di roja 13’ê Sibatê gihîşt şehadetê. Nasnameyê hevalê me yê şehîd wiha ye;

 Nasnav: Egîd Cîlo

Nav û Paşnav: Metîn Çîftçî

Navê Dayikê: Şemsîxan

Navê Bav: Osman

Cihê Ji Dayikbûnê: Êlih

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 13’ê Sibatê 2019

Em di serî de her du malbatên hevalên me yên şehîd re û gelê me re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevalên me yên Ebdulah û Egîd de hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bibîr tînin.”