Li Hesekê peymangeha Mezopotemiya ya Mûzîkê tê vekirin

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê da ku nifşên nû têkevin nava mûzîk û hunerê pêş bixin peymangeha Mezopotamiya ya Mûzîkê vekir.

Li Hesekê peymangeha Mezopotemiya ya Mûzîkê tê vekirin
Li Hesekê peymangeha Mezopotemiya ya Mûzîkê tê vekirin
Li Hesekê peymangeha Mezopotemiya ya Mûzîkê tê vekirin
Li Hesekê peymangeha Mezopotemiya ya Mûzîkê tê vekirin
16 sibat, 2019   14:08

HESEKÊ

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê da ku nifşên nû têkevin nava mûzîk û hunerê pêş bixin peymangeha Mezopotamiya ya Mûzîkê bi merasimekî vekir. Peymangeh li taxa El-Muftî ya bajarê Hesekê hate vekirin. Hevseroka Meclîsa kantona Hesekê Sermer Abdullah, hevseroka Buroya Partiya Pêşeroj a Sûriyê Raniya Fereman, hevseroka komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî, endamên Yekîtiya Rewşenbîran, endamên komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê û gelek şêniyên Hesekê di merasimê de amade bûn.

Di merasimê de endamê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ehmed Çetalî axivî û wiha got:" Mûzîk yek ji bingeha pêşketina çanda her civakekê ye û girêdana di navbera civak û gelan de ye."

Çetalî diyar kir ku êdî mûzîk bûye parçeyek ji jiyana mirov.

Hevseroka komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskî got: "Ew gelên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê dê ji tevayî cîhanê re bisepînin ku çiqas bi çanda xwe ve girêdayî ne û dê ji nifşê nû re ava bikin.”

Efaf destnîşanî kir, ev peymangeh dê rê li pêş nifşê nû vedike û ji bo mûzikê bi dest bixin.

Birîna şirîta vekirina peymangehê ji aliyê dayîkê şehîd Qehreman Siltan Sedo ve hat birîn.

(fr)

ANHA