Li Rojava û Ewropayê li dijî komployê meş

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li dijî Ocalan de meşiyan. Bi heman mebestê kurdistaniyên Nemsayê daketina qadan.

Li Rojava û Ewropayê li dijî komployê meş
Li Rojava û Ewropayê li dijî komployê meş
Li Rojava û Ewropayê li dijî komployê meş
Li Rojava û Ewropayê li dijî komployê meş
15 sibat, 2019   15:46

QAMIŞLO

li seranserî Rojava û Ewropayê, Kurdistanî daketin qadan û komplo şermezar kir.

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Qamişlo bi kes li dijî Kompoya Navnetewî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Şênî wêneyên Ocalan hildan û dirûşmeya `Êdî bese bêdengî li hember doza serokê me` berz kir.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeya Girkê Legê destpê kir. Şênî di nav kolana sereke ya navçeyê de meşiyan û sloganên azadiya Ocalan berz kirin.

Li navenda navçeyê meş rawestî û veguherî mitîngê. Hevserokê Meclisa navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û got: "Komploya der heqê Ocalan de têkbirina projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn armanc dikir. Lê armancê komployê têk çû, ji ber ku gelê Kurd fikr û felsefeya Ocalan ji xwe re kir bingeh, têgeha neteweya demokratîk li Sûriyê da rûniştandin û tevahiya pêkhateyên Sûriyê komî ser her kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed Cemîl komplo şermezar kir. miting bi dirûşmeyan bi dawî bû.

VIYANE

Bi heman mebestê, bi dehan kurdistaniyên li Avusturya  ku paytexta Viyaneyê meşiyan û komplo şermezar kir. Meşvanan wêneyên Ocalan û pankartên binivîsên `Ji bo Ocalan azadî` hildan

(şx)

ANHA