Pêkhateyê Ereb: Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê

Pêkhateyê Ereb ên kantona Şehbayê got: Em ê bi têkoşîna xwe roja reş veguherînin roja azadiyê, komploya ku dixwest fikrê demokratîk asteng bike pûç bû".

Pêkhateyê Ereb: Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê
15 sibat, 2019   16:11

ARŞÎN NECAR –XANDÎ ELO / ŞEHBA

Îro bi deh hezaran kes ji kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermzarkirina komploya navnetewî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.

Ji pêkhateyê Ereb ên kantona Şehbayê nêrînên xwe bi ajansa me parev kirin.

Jina bi navê Nesrîn Şêxo a ji eşîreya Necad a Ereb komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Armancê dewletên kapîtalîzm ji vê komployê rê li ber balavbûna fikr û felsefeya Rêbertî bigirin. Ji ber ku ev fikr firekî demokratîk e, hemû pêkhate û gelan di nav xwe de kom dike û bandor li tevahî civakan kiriye. Lê ev yek ji bo dewletên kapîtalîst xweş nehat, lew re hewl didin bi hemû rêbazan vê fikrê ji holê rakin."

Ji aliyê xwe ve Eyşe Mihemed Elî ya ji eşîreya Cîz a Ereb got: "Em amade ne canê xwe fedayî Ocalan bikin, Ocalan em ji fikrê teng rizgar kirin û rêya azadî nîşan me da. Em ê bêdeng nemînin, berxwedana me berdewam e heta azadiya Ocalan."

Hesen Şêx Hesen ê ji êşîreya Cibû anî ziman ku Ocalan banga azadiya gelan dike û ev tişt got: "Komploya gemar negihişt armanca xwe, gelên Rojhilata Navîn kole bûn, bi saya firkrê Ocalan azadiya xwe dîtin. Roja reş em ê veguherînin roja azadiyê. Rêberê leheng wê bimîne rêberê azadiyê, em ê heta dawiyê ji bo wî têkoşînê bikin."

ANHA