Şêniyên Efrîn û Şehabyê li dijî komploya 15‘ê Sibatê daketin qadan

Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşiyan.

Şêniyên Efrîn û Şehabyê li dijî komploya 15‘ê Sibatê daketin qadan
Şêniyên Efrîn û Şehabyê li dijî komploya 15‘ê Sibatê daketin qadan
Şêniyên Efrîn û Şehabyê li dijî komploya 15‘ê Sibatê daketin qadan
Şêniyên Efrîn û Şehabyê li dijî komploya 15‘ê Sibatê daketin qadan
Şêniyên Efrîn û Şehabyê li dijî komploya 15‘ê Sibatê daketin qadan
15 sibat, 2019   15:15

ŞEHBA

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalab ya ku dikeve sala xwe ya 21`an îro bi deh hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê dirûşmeya `Bi giyana berxwedana gelan em ê komploya navneteweyî di sala xwe ya 21`an de bişkînin û bi Serok Apo re azad bijîn`, meşek girseyî orgenîze kir.

Jin, mêr, temenmenzin, ciwan û heta zarok jî tev li meşê bû. Piraniya meşvanan cilên reş wek nîşaneya şermezarkirina vê rojê li xwekirin.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven û pankartên bi nivîsên `Azadiya Apo azadiya gelan e`, `Soza me em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Serok Ocalan re azad bijîn`, `Bi giyana berxwedana gelan em ê komploya navneteweyî di sala xwe ya 21`an de bişkînin û bi Rêberê Apo azad bijîn`, `Bi rihê jina azad em ê girtîgeha Îmraliyê hilweşînin` hildan.

Şêniyan bi zimanên Kurdî û Erebî sloganên `Bê Serok jiyan nabe`, `Derkevin ji tiştekî netirsin û banga azadiya Ocalan bikin`, `Jin jiyan e azadî`, `Bijî berxwedana Imraliyê û berxwedana têkoşeran di girtîgehan de`, `Bijî berxwedana grevên birçîbûnê‘ berz kirin.

Meş ji navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê tevî barîna baranê destpê kir. Girseya gel di nav kolanên navçeyê yên sereke de li ber stranên şoreşgerî yên ku berxwedana Ocalan silav dikin û banga azadiya wî dikin û tilîliyên dayîkan meşiyan.

Meş li qada gundê Maratê rawestiya û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre beşek ji gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin. Ocalan gelê Kurd ji dijminan hişyar dike û dibêje ku zlum li ser gel ne tenê di jiyana rojan de tê meşandin, lê belê dîrok, ziman û çanda gel dike hedef. Her wiha bang li Kurdistaniyan dike da ku serî hildin û li ser jiyana şoreşgerî xwe birêxistin bikin.

Vîna gel û berxwedana Ocalan komplo vala derxistin

Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star Hediye Yûsif axivî û şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anîn. Hediye berxwedana têkoşeran di zîndanên dewleta Tirk ên faşîst de silav kir. Hediye komploya navneteweyî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û tekez kir ku berdewamkirina gel têkoşînê û berxwedanê li ser rêgeza Ocalan li tevahiya Kurdistanê isbata têkçûna komploya navneteweyî ye.

Ocalan di girtîgehê de jiyan û azadî ji bo jinê afirand

Ji aliyê xwe ve endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Silêman axivî û bal kişand ser rola pêşeng a fikr û felsefeya Ocalan ji bo jinê , azadiya wê û vegerandina rola wê di rêvebirina civakê de.

Azadiya Ocalan azadiya gelan e

Hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefaa Hisên destnîşan kir ku hêzên terora navdewletî komplo li ser Ocalan de pêk anîn, da ku projeyên demokratîk ên Ocalan tune bikin û wiha domand: "Em teqez dikin ku heya azadiya Ocalan û jiyana azad di çarçoveya neteweya demokratîk de, em ê li dora serokê xwe kom bibin."

Giyanê me ya şoreşgerî wê li gorî baweriya Ocalan be heya serkeftinê

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xemgîn Welat axivî û teqez kir ku ciwan wê li hember polîtîkeyên dewleta Tirk a faşîst serî netewînin. Her wiha destnîşan kir ku heya rakirina tecrîda Ocalan û azadiya wî wê hertim li kolanan bin û çalakiyan li darbixin û dê li gorî baweriya Ocalan bin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina fikr û felsefeya Ocalan û banga azadiya wî bi dawî bû.

(şx)

ANHA