Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne

Bavê şehîd Ebûd Minbicî di merasîma oxirkirina kurê xwe de got: "Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Ew kurê min yê sêyemîn e ku ji bo parastina xak û gelê xwe şehîd dikeve. Bi saya fedekariyên wan em di nav ewlehî û aştiyê de ne."

Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
Bavê şehîd: Bi saya fedekariyên şehîdan em di nav ewlehiyê û aştiyê de ne
14 sibat, 2019   15:49

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li ber nexweşxaneya Firatê kombûn da ku cenazeyê şervanê Hêzên Artêşa Şoreşgeran Ebdulrehman Cemal bi nasnav Ebûd Minbicî werbigirin û li Goristanan Şehîdan oxir bikin.

Girseya gel cenazeya şehîd wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Erkaxweparastinê ve destpê kir. Piştre bi navê Artêşa Şoreşgeran fermendar Dilşêr Idlibî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Dilşêr tekez kir ku bi saya fedekariyên şehîdan û hevgirtina ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêm rizgar bû û terora DAIŞ`ê ya ku nefsa xwe ya dawîn li gundewarê Dêrazorê distîne bidawî dibe.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamên meclisê Ibrahîm El-Xelîf axivî û destnîşan kir ku şehîd pêşengên gel in û ew cihê serbilindiyê ne ji ber ku bi saya fedekariyên xwe jiyanek bi rûmet ji gel re afirandin. Ibrahîn soza berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîda ji bo parastina destkeftiyên wan da.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Farûq nêzîkbûna ragihandina rizgarkirina tevahiya gundewarê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê li gel pîroz kir û tekez kir ku bi saya têkoşîn û fedekariyên şehîdan azadî hate bidestxistin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê Nezîfe Xilo jî  axivî û sersaxî ji malbat şehîd re xwest û got: "Em îro meşaleyek ji maşeleyên azadiyê oxir dikin. Şehîd rêya azadiyê, demokrasiyê û biratiyê ji me re ronî kirin."

Paşê bavê şehîd Ebûd Minbicî Mihemed Cemal axivî û got: "Ez sersaxî ji dayîk û bavên şehîdan re dixwazim. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Ebdulreheman kurê min ê sêyemîn e ku ji bo parastina gel û xaka xwe û da ku em di nav ewlehiyê û aştiyê de bin şehîd dikeve."

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Casim wesîqeta  şehadetê xwend û radestî malbata wî kir. Girseya gel cenazeya şehîd di nav berzkirina dirûşmeyên dlisoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan spartin axê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku her du birayên şehîd Ebdulrehman di şerên li dijî komên çeteyan de şehîd bûne.

(şx)

ANHA