37 kes ji bo Ocalan li Şamê ketin greva birçîbûnê

Li taxa Zorava û Rukindîn ên Şamê, 37 kesan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî, ketin greva birçîbûnê.

37 kes ji bo Ocalan li Şamê ketin greva birçîbûnê
37 kes ji bo Ocalan li Şamê ketin greva birçîbûnê
37 kes ji bo Ocalan li Şamê ketin greva birçîbûnê
14 sibat, 2019   15:41

ŞAM

Roja 15`ê Sibatê, ango roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz rojeke reş e.

Gelê Kurd û dostên wan her sal bi grevên birçîbûnê û çalakiyên cûr b cûr vê rojê şermezar dikin.

Di vê çarçoveyê de, 37 kes ji taxa Zorava û Rukindîn li Mala Gel a taxa Zorava ketin greva birçîbûnê. Greva wê heta roja înê dewam bike.

Di çalakiyê de, bi navê TEV-DEM`ê axaftin hate kirin û komploya navneteweyî hate şermezarkirin. Hate gotin ku armanca komplo derbkirina îradeya gelê Kurd bû.

Her wiha di axaftinê de, berxwedana Leyla Guven û hevalên wê hatin bibîrxistin û hate gotin ku bi saya berxwedana wan dewleta Tirk neçar ma ku Ocalan birayê xwe bibîne.

Her wiha kesên ku ketin greva birçîbûnê, komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kirin û piştgiriya berxwedana Leyla Guven kirin.

(kc)

ANHA