Şehîdên Tinekirina Terorê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer 3`yê  şervanên YPG`ê ku di qonaxa Şerê Tinekirina Terorê de, şehîd bûbûn li Goristana Şehîdan a li Til Koçer oxir kirin.

Şehîdên Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Şehîdên Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
Şehîdên Tinekirina Terorê hatin oxirkirin
14 sibat, 2019   15:57

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û berê xwe dan Goristana Şehîdan li navçeya Til Koçer. Navên şehîdan ev in:Eymen Hemo(Serbest Girkê Legê, Elî Mubarek (Zagros Çilaxa) û Mihemed El-Hasûd (Mezlûm Doxan).

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên Erkaxweparastinê ve hate destpêkirin.

Piştre, ji fermandarên YPG`ê Rûhat Til Koçer axivî û got:”Hevalên me yên şehîd em fêrî wateya berxwedan û fedekariya ji bo azadiya welat kirin. Şehîdên me, destanên lehengiyê ji Til Koçer heta Dêrazorê nivîsandin.”

Rûhat soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Piştî axaftinê, wesîqeta her sê şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, her sê şehîd bi dirûşemeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

(kc)

ANHA