Rêveberiya herêma Firatê banga tevlêbûna meşa sibê kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina 20’emîn salvegera Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li gelên herêma Firatê kir ku sibê dakevin qadan.

Rêveberiya herêma Firatê banga tevlêbûna meşa sibê kir
14 sibat, 2019   10:03

KOBANÊ

Sibê 20’emîn salvegera girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelê Kurd û kesên demokrat ên cîhanê 15’ê Sibatê wek ‘Roja Reş’ bi nav dikin.

Bi vê boneyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bang li gelên herêma Firatê kir ku beşdarî meşa ku dê sibê li bajarê Kobanê bê lidarxistin, bibin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Mihemed Şahîn wiha got: "Erka mirovî û exlaqî ye ku gelê Kurd roja ku Ocalan tê de hate girtin, dakeve qadan û vê yekê şermezar bike. Bêdengiya civaka navneteweyî li dijî kirinên Tirkiyê, nayên qebûlkirin.”

 (jo/bm)

ANHA