Parêzer û siyasetmedarên Helebê: Ocalan komplo pûç kir

Parêzer û siyasetmedarên bajarê Helebê destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navdewletî pûç kir û wiha got: “Ocalan girtîgeha Îmraliyê kir çavkaniya fikr û felsefeyê.”

Parêzer û siyasetmedarên Helebê: Ocalan komplo pûç kir
Parêzer û siyasetmedarên Helebê: Ocalan komplo pûç kir
Parêzer û siyasetmedarên Helebê: Ocalan komplo pûç kir
Parêzer û siyasetmedarên Helebê: Ocalan komplo pûç kir
Parêzer û siyasetmedarên Helebê: Ocalan komplo pûç kir
Parêzer û siyasetmedarên Helebê: Ocalan komplo pûç kir
14 sibat, 2019   10:32

HENAN MIHEMED – TOLÎN HESEN / HELEB

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî li Kenyayê hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin. Bi nêzîkbûna 20’emîn salvegera girtina Ocalan re bertekên li dijî Komploya Navdewletî zêde dibin.

Der barê mijarê de parêzer û siyasetmedarên bajarê Helebê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Endamê Buroya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Partiya El-Wehde Demokratîk a Kurd (Yekitî) Mihemed Heyder wiha got: "Sûc û komployên desthilatdariya Osmanî yên li ser Kurdan heya roja îro jî berdewam in. Ji Serhildana Şêx Seîd ku di sala 1925’an de tevî hevalên wî daliqandin û Serhildana Agiriyê ku 15 hezar Kurd hatin qetilkirin, ji Komkujiya Dêrsimê heta dîlgirtina rêber Ocalan.”

Mihemed Heyder wiha domand: "Dagirkeriya Tirkiyê nikare nasnameya Kurd bihelîne û îradeya wan bişikîne. Ji ber ku ew xwedî maf in, wê rojek bê û dewleta Tirk jî wekî Osmaniyan bikeve.”

Endamê Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Îsa Mistefa jî Komploya Navdewletî ya li ser Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Bi rêya dîlgirtina rêber Apo armanc kirin ku fikra wî bigirin û têgeha neteweya demokratîk û projeya rêveberiya xweser têk bibin. Lê Ocalan xwe radestî tecrîdê nekir. Ocalan Îmralî veguherand akademiyekê û ramanên xwe di nava gelên cîhanê de çandin. Ji ber ku ramanên wî rola pirrengî û demokrasiyê dilîzin.”

Parêzer Hîşam Ehmed da xuyakirin ku rêbaza dîlgirtina Ocalan bi awayekî îstixbaratî bû û wiha got: “Vê yekê jî hemû nirx û belgeyên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan binpê kirin. Mafê hemû girtiyan heye ku li gorî mafên mirovan nêzîkatî pêre bê kirin. Ji ber vê yekê cihê girtina Ocalan hemû belgeyên navneteweyî binpê dike û gelek zirarên fizîkî pêk tîne."

Hîşam diyar kir ku qedexekirina hevdîtina Ocalan bi parêzer û malbata wî re zagonên navdewletî û mirovî binpê dike.

Girtina Ocalan hevpeymanên mafên mirovan binpê dike

Parêzera bi navê Nazliyê Hec Hisên jî got ku hikumeta Tirkiyê zagonên navdewletî û mirovî ku di reşnivîsa Neteweyên Yekbûyî de ji bo danîna pergala demokratîk binpê dike û wiha pê de çû: “Pir girîng e ku pêşniyarên sererastkirina siyaseta Tirkiyê pêk werin. Ji ber ku Tirkiye bi darê zorê û gefan pirsgirêkên hundirîn çareser dike, divê Tirkiye rêyên çareserkirina siyasî veke û îtirafê bi doza kurdî re çêke. Hebûna gelê Kurd qebûl bike û beşdarî çalakiyên siyasî bibe. Jixwe xwesteka Ocalan jî ew e.”

Her wiha parêzer Mihemed Cemîl jî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û wiha got: “Ev tecrîd ji bo dengê azadiyê û qirîna civakên li dijî zilmê ye. Lê tecrîd negihaşt armancên xwe, gelê Kurd wiha gotiye; ‘Kes nikare roja me tarî bike’.”

Mihemed Cemîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk bi dîlgirtina Ocalan zêdetirî 20 sal e hemû hevpeymanên Ewropayê yên mafên mirovan ku wan bi xwe jî îmze kirine, binpê dike. Ev yek delîla seqetiyeke di hêzên demokratîk ên li herêmê de ye. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk careke din birêz Ocalan darizîne û wî serbest berde."

(jo/bm)

ANHA