Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê ya der barê rewşa Sûriyê de, her wiha kongreya Osloyê û pirsgirêka Venezuelayê di rojeva ronameyên Erebî de bû.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
14 sibat, 2019   09:58

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Berî lûtkeya Soçiyê Rûsya dê piştgiriya rejîmê bike da ku axa xwe vegerîne

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê mijara civîna Soçiyê de wiha nivîsî: "Beriya civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê, Moskov êdî di mijara Idlibê de dengê xwe li Tirkiyê dike, hewl dide ji bo geşedanên li Sûriyê tevgereke hevbeş bike."

Rojnameyê wiha got: "Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li benda civînê nema û diyar kir ku hevpeymana Idlibê demkî ye û “bi terorîstan re diyalog nabe” û wiha xuya ye ku hevdîtinên rojên derbasbûyî der barê vê mijarê de tu encam nedan."

Lavrov nameyek da Enqereyê û got welatê wî dê piştgiriyê bide hikumet û artêşa Sûriyê da ku tevahiya axa Sûriyê rizgar bike.”

El-Ereb: Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bandorê li civîna Soçiyê dike

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Mijara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, rewşa bajarê Minbicê û tevgera Tirkiyê ya rojhilatê Firatê dê mijarên sereke yên serokan bin di lûtkeya roja pêncşemê de."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Rejîma Tirkiyê dibêje Moskov ne li dijî tevgereke leşkerî ya Tirkiyê ye li bakur û rojhilatê Sûriyê, lê gelek çavdêr tekez dikin ku rewş berovajî wê ye û Pûtîn tu erêkirin nedaye Erdogan tevî ku berjewendiyên her du aliyan li Sûriyê nêzî hev in jî."

Iraq

Li ser rewşa Iraqê rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Iraqê Washington agahdar kir ku ew tu baregehên biyanî li ser axa xwe naxwazin û jê xwest ku li gorî peymanên siyasî yên girêdayî şerê terorê û perwerdekirina artêşa Iraqê tev bigere. Her wiha tekez kir ku ew ê li dijî hewldanên DAIŞ`ê yên pêşketina di Iraqê de dest bi operasyonên pêşwext bike."

Lubnan

Di mijara Lubnanê de rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsand: "Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku ew ê çekên nû bide artêşa Lubnanê û bi vî awayî rê li pêşiya Îranê girt ku destên xwe biavêje nava saziya leşkerî.

Çavkaniyên lubnanî diyar kir ku armanca Îranê dixwaze çekan bide Lubnanê lê niyeta wê ya rasteqîn ew e ku pisporên leşkerî bi rê bike û li ser erdê bi artêşa Lubnanê re bixebite.Çavkaniyan diyar kir ku Îranê di sala 2010`an de xwest bi Lubnanê re hevpeymaneke leşkerî îmze bike lê serokê hikumetê Saad El-Herîrî ev tişt nepejirand."

Civîna Warsawê

Der barê civîna Warsawê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh li Warsawê civîna wezîran ya ji bo aştî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn hate lidarxistin, mijara pêşîgirtina li siyasetên Îranê yên li herêmê di rojeva civînê de bû, her wiha hewldanên Amerîkayê yên plana aşîtiyê di navbera Îsraîl û Filistînê de jî di rojevê de bû. Di civînê de behsa cezayên nû li dijî Îranê hate kirin, Amerîkayê fermandareke berê yê artêşa asmanî ya Amerîkayê Monika Wet bi sîxuriya Îranê tawanbar kir û her wiha 4 kesên îranî jî bi êrîşên elektronîk tawanbar kirin."

Venezuela

Der barê rewşa Venezuelayê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Wezîrê karên derve yê Venezuelayê Jorge Arias got li welatê wî tu aloziyên mirovî nîn in, lê lîderê opozîsyonê Juan Guaido diyar kir ku alîkariyên Amerîkayê dê 23’yê meha sibatê bikevin Venezuelayê, tevî ku serok Nicolas Maduro li dijî vê kiryarê ye."

Filistîn

Rojnameya El-Şerq El-Ewset der barê mijara Filistînê de wiha nivîsand: "Nakokiyên di navbera komên Filistînê de peymana "Deklarasyona Moskovê" têk bir. Aliyên Filistînê jî der barê têkçûna peymanê de hev tawanbar dikin. Lê komên Filistînê li hev kir ku gotûbêjan dewam bikin, di vê mijarê de tê payîn ku Misr banga toreke nû ya diyalogan bike."

(kn)