Piştî 3 mehan çalakiyên “Tirsandina Şevê” dest pê kir

Piştî ku 3 meh di ser rawestandina çalakiyan re derbas bûn, ji nû ve çalakiyên şevê yên bi navê "Tirsandina Şevê" li nêzî sînorê Xezayê yê di bin serweriya Îsraîlê de, dest pê kir.

Piştî 3 mehan çalakiyên “Tirsandina Şevê” dest pê kir
14 sibat, 2019   08:56

XEZA

Ev gav delîleke çalak e ku li ser biryara Xezayê da ku asta bertekên navneteweyî li hember Îsraîlê gur bibe û ta bigihîne bilindkirina asta leşkerî jî. Lê ev jî piştî pêknehatina agirbestê ku bi sedema hikumeta Îsraîlê her tim dereng dixist û pêkneanîna bendên peymana sivikkirina ambargoya li ser Xezayê bû. Ji ber wê jî rewşên aborî û mirovî di encama dorpêçkirina Xezayê de girantir bûn.

Çalakiyên "Tirsandina Şevê" her êvar re dest pê dikin. Bi sedan xort û keçên Filistînê berê xwe didin herêmên sînor ên Xezayê. Tekerên erebeyan pê dixin, napoxên (balon) şewatê bi ser bajarên Îsraîlê de berdidin û şewqa lazerê bi çavên leşkerên artêşa Îsraîlê de digirin da ku nikaribin sekvaniyê li ser çalakgeran pêk bînin.

Rojnameya "Yedioth Ahronoth" a Îsraîlê wiha got: “Hemas asta vê tundiyê bi pêş dixe û ew dihêle ku çalakiyên şevê li ser sînorê Xezayê rû bidin. Di van çalakiyan de "qutiyên teqemenî" ber bi leşkeran ve tên avêtin.”

Çalakiyên "Tirsandina Şevê" di Cotmeha borî de piştî lihevkirinê bi navbeykariya Misr û Qeterê û hêzên navdewletî ve di navbera Xeza û Îsraîlê de hatibûn rawestandin. Naveroka wê, sivikkirina ambargoyê li ser Xezayê bû lê Îsraîlê pêkanîna peymanê dereng xist.

(fr)

ANHA