Şêniyên El-Kesarat daxwaza aktîfkirina navendeke tenduristiyê dikin

Şêniyên herêma El-Kesrat a ku dikeve başûrê bajarê Reqayê, daxwaza vekirina navendeke tenduristiyê ji bo herêma Kesra Şêx El-Cuma kir. Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê diyar kir ku ew hewl didin pirsgirêkê çareser bikin.

Şêniyên El-Kesarat daxwaza aktîfkirina navendeke tenduristiyê dikin
14 sibat, 2019   09:22

REQA

Li xeta El-Şamiyê ya başûrê Reqayê 2 nexweşxaneyên taybet ên El-Rehma û El-Nûr hene. Her du nexweşxane jî tenê xebatên destwerdana lezgîn dikin. Tevî wê jî, ji başûrê gundewarên Reqayê dûr in. Dema ku şênî dixwazin nexweşan bigihînin Reqayê, gelek astengiyan dikişînin. Lewre şêniyên El- Kesrat daxwaz kir ku navendeke tenduristiyê li gundê Kesra Şêx El-Cuma were vekirin. Ji ber ku Kesra El- Cuma di navîna herêmê de ye, dê bikare xizmetê bide gundên derdorê.

Mamosteyê dibistana Kesra Şêx El-Cuma Elî El-Abdullah wiha got: "Em bang li aliyên têkildar dikin ku ji xizmeta tenduristî ya herêmê, nuqteyeke tenduristiyê vekin. Ji ber ku rewşa tenduristiyê paşde çûye, nexweşî belav bûne, bi taybet jî nexweşiya laşmanya. Qutbûna pira di navbera me û bajêr de, rewşê zehmettir dike.”

Dermanfiroşê bi navê Ebdulhemîd El-Xelef jî diyar kir ku gelek nexweşî wekî laşmanya û sorik li herêmê belav bûne û wiha pê de çû: “Hefteyê du yan jî sê haletên van nexweşiyan serdana dermanxaneyê dikin. Em bang li rayedaran dikin da ku nuqteyeke tenduristiyê vekin.”

Serokê Komîteya Karûbarên Îdarî û Malî ya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Xalid El-Ebdullah girêdayî mijarê wiha got: "Tu navendên tenduristiyê li herêmê tune ne. Me ji bo vekirina nuqteyeke tenduristiyê gelek caran serdana rêxistinên li herêmê kiriye. Lê me cihek ji bo aktîfkirina nuqteya tenduristiyê nedît. Em hewl didin navendekê peyda bikin. Em wek Komîteya Tenduristiyê nikarin navendên girêdayî tu aliyekî bi kar bînin. Em hêvî dikin di demeke nêz de çareseriyekê bibînin."

(şx/bm)

ANHA