Ji Goristana El-Fexîxe derxistina cenazeyan didome

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê derxistina cenazeyên ji gora komî ya çeteyên DAIŞ’ê Goristana El-Fexîxe, dewam dike. Heta niha 150 cenaze jê hatine derxistin.

Ji Goristana El-Fexîxe derxistina cenazeyan didome
Ji Goristana El-Fexîxe derxistina cenazeyan didome
Ji Goristana El-Fexîxe derxistina cenazeyan didome
Ji Goristana El-Fexîxe derxistina cenazeyan didome
Ji Goristana El-Fexîxe derxistina cenazeyan didome
14 sibat, 2019   08:34

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Goristana El-Fexîxe li başûrê baregeha ‘Telia Baas’ li aliyê başûrê çemê Firatê, li herêma Reqayê ye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kiribû, bi hezaran şênî kuştin û di gorên komî de veşartin. Piştî ku herêm ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin, heta niha 8 gorên komî hatine dîtin.

Tîma Destwerdena Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê destpêkê cenazeyên ku di gorên komî de derdixe.

Ji 8 gorên komî yên herî mezin li Goristana Panorama bû. Tîma destwerdanê di Cotmeha 2018’an de hezar û 500 cenaze derxsitin. Beriya wê jî Goristana El-Cemi El-Etîq, Goristana Parka Zarokan, Goristana Parka El-Beyda, Goristana El-Cemi El-Qedîm û Goristana El-Selhebiyê El-Xerbiyê hatin vekirin.

Heta niha 150 cenaze jê derxistine

Ji destpêka keşifkirina Goristana El-Fexîxe, tîma destwerdanê 150 cenaze rakirin û xebata wan heta niha jî berdewam e. Rêveberê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs wiha got: "Ji 20`ê Çileyê ve me dest bi rakirina cenazeyan ji Goristana El- Fexîxê kiriye".

Goristana El-Fexîxê ji 2 beşan pêk tê; beşa başûr û beşa bakur. Endamên tîmê texmîn dikin ku di hundirê beşa başûr de ji hezar heta hezar û 500 cenazeyên sivîl û çeteyan hebin. Lê beşa bakur ji ber mayinan hîna nehatiye zanîn. Li ser daxwaza tîmê dê mayin di demeke nêz de bêne rakirin da ku dest bi rakirina cenazeyan bikin.

Der barê mijarê de berpirsê kadroya tenduristiyê Esed El-Mihemed axivî û wiha got: "Em ê nasnameyên cenazeyan eşkere bikin û di lîsteyên taybet de tomar bikin. Piştî ku nasnameyên cenazeyên sivîlan hatin naskirin, piştre em ê radestî malbatên wan bikin.”

(jo/bm)

ANHA