`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku fikr û felsefeya Ocalan ji gelên herêmê re hêviyek ji bo xilasiya ji fikra nîjadperestî, avakirina civakeke azad û demokratîk çêkir û wiha got: “Hedefgirtina kesayeta Ocalan tê wateya hedefgirtina projeya aştî û biratiya gelan.”

`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
`Ocalan hêviya azadiyê da gelên herêmê`
14 sibat, 2019   08:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi Komployek Navdewletî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Ji 2011’an ve tecrîdeke girankirî li ser Ocalan hatiye ferzkirin. Li seranserî cîhanê nerazîbûnên ji bo girtina Ocalan û tecrîdkirina wî zêde dibin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî diyar kir ku Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan hat kirin, ne tenê Ocalan, di kesayeta wî de hemû gelan dike hedef. Ji ber ku Ocalan hêviya xilasbûna ji zilm û zordestiyê da gelê Rojhilata Navîn.”

Şêniyên bi navê Corc Yûsif ê ji pêkhateya Suryan a navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku derketina Ocalan di salên 80’yî de hêviyek da gelan da ku xwe ji îdeolojiya neteweperestiyê xilas bikin û wiha got: “Dewletên dagirker ev fikr li ser polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê xeter dîtin. Ew dewlet li ser bingeha yek partiyê, yek îdeolojiyê û yek alê ava bûne, ji ber wê jî mafê gelên din binpê dikin.”

Corc Yûsif tekez kir ku fikra Ocalan îro li Rojhilata Navîn bûye minareyek, ji ber ku tevahiya pêkhateyan azadiya xwe di vê fikra demokratîk û azad de dît.

Şêniyê bi navê Nesîm Şemo yê ji civata Êzidî diyar kir ku Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan berdewama siyasetên dagirkeran e û wiha pê de çû: “Ev siyaseta dagirkeran li dijî şoreşên Kurdan e. Van dewletan her tim rêberên şoreşan dikuştin an jî digirtin û şoreş têk dibirin. Lê vê carê berovajî çêbû. Ji ber ku şoreşa Ocalan şoreşeke civakî, çandî, mirovî û rizgarî ye. Piraniya aliyên civaka Kurdistanê xwedî lê derdikevin.”

Şêniyê bi navê Usama Hemed ku ji pêkhateya Ereb e, bal kişand ser armancên komployê û wiha got: “Komplo tevahiya pêkhateyên herêmê ku banga azadiyê dikin, dike hedef. Ocalan ji roja yekem ve ev komplo bi fikrên xwe pûç kiriye.”

Endamê Komîteya Perwerdeyê yê navçeya Girkê Legê Fermez Mihemed jî destnîşan kir ku yek ji sedemên sereke yên tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşkêşkirina fikra neteweya demokratîk e û wiha domand: “Ev proje ji bo çareseriya nakokiyên Rojhilata Navîn projeya tekane ye. Sedema din jî pêşîgirtina li ber gihandina perspektîfên Ocalan ji gelên azadîxwaz re ye.”

Dagirkirina Efrînê berdewama Komploya Navdewletî ye

Şêniyên Efrînê yên ku hevdîtin bi Ocalan re pêk anîne, îşaret pê kir ku dagirkirina Efrînê berdewama Komploya Navdewletî ye û armanca wê qirkirina gelê Kurd e.

Jina bi navê Ferîde Faêq ku 5 caran di salên 90’î de bi Abdullah Ocalan re rûniştiye, wiha axivî: "Fikra Ocalan bi lez li Rojhilata Navîn belav bû. Di hevdîtinan de Ocalan her tim digot ew dixwaze gelan ji koletiyê û tepeserkirinê biparêze. Dagirkirina Efrînê berdewama Komploya Navdewletî ye. Armanca wê qirkirina gelê Kurd e. Dagirkirina Efrînê dagirkirineke navdewletî bû û Tirkiyê pêk anî. Lê bila baş bizanin em dest ji rêberê xwe bernadin.”

Şêniyê bi navê Şewket Hisên du caran di salên 1988 û 1991`an de bi Ocalan re rûniştiye. Şewket diyar kir ku Ocalan dizanî dê dewleta Tirk wê bi hinceta mayîna Ocalan li Sûriyê komkujiyê li ser gelê Sûriyê pêk bîne û wiha axivî: “Ocalan ji bo rê li pêşiya komkujiyên dewleta Tirk bigire, ji Sûriyê derket. Wê demê dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînor bi cih kiribûn. Eger Ocalan ji Sûriyê derneketiba wê êrîş pêk bianiya. Ocalan ji bo rê li pêşiya rijandina xwînê bigire, ji Sûriyê derket. Roja15`ê Sibatê rojeke reş e."

Jina bi navê Şaziyê Ibrahîm di sala 1991`an de bi Ocalan re rûniştiye. Şaziyê tekez kir ku komplo berdewam dike û wiha got: “Tekoşîna gelan a ji bo azadiya Ocalan berdewam e. Em piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên li Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan dikin.”

Ciwanên Efrînê: Em têkoşînê li ser rêgeza Ocalan didomînin

Ciwanê bi navê Sabrî Çawîş ê ji Efrînê, tekez kir ku Komploya Navdewletî bi saya berxwedana Ocalan, bicihanîna fikra wî li ser erdê  û belavkirina wê di nav gelan de, têk çûye. Sabrî Çawîş got gel bi saya projeya neteweya demokratîk rizgar bûye û wiha pê de çû: “Tirkiye nikare Ocalan ji gelan dûr bixe, ji ber ku ew bi fikra wî tê dikoşin û dê têkoşînê li ser rêgeza wî berdewam bikin.”

Jina ciwan a bi navê Hêva Haşim diyar kir ku dewletên komploger xwest Ocalan ji gelê wî dûr bixin û wiha axivî: “Ew dihizirîn dê bi komployê tevgera rizgariya Kurdistanê tune bikin. Lê komplo negihîşt armancên xwe. Ji ber ku fikra Ocalan bi rêya girêdana gel bi wî ve û şopandina rêgeza wî, hate têkbirin.”

Jina ciwan a bi navê Zîlan Xelîl jî destnîşan kir ku êdî kes nikare fikr û felsefeya Ocalan têk bibe û wiha got: “Ji ber ku gelan ji xwe re kirin bingeh û li ser erdê bicih anîn. Bi saya fikra Ocalan jin azad bûn û êdî pêşengiya şoreş û têkoşînê dikin. Bi vî giyanê şoreşgerî jin dê tecrîda Îmraliyê bişikînin. Em berxwedana parlamenter Leyla Guven a ji zêdetirî 100 rojan ve di greva birçîbûnê de ye, silav dikin.”

‘Dibe ku Ocalan bi fizîkî dîl girtibin, lê fikra wî di nava me de azad e’

Pêkhateyên kantona Girê Spî Komploya Navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir û wiha got: “Dibe ku wan dewletên komploger Ocalan bi fizîkî dîl girtibe lê fikra wî di nava me de azad e.”

Şêniyê bi navê Mihemed El-Hemdan ê ji pêkhateya Tirkmen wiha axivî: "Wek pêkhateya Tirkmen ên kantona Girê Spî em Komploya Navdewletî şermezar dikin. Rast e; bedena Ocalan dîl girtin, lê fikr û felsefeya wî di nav me de azad e. Fikra Ocalan niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya jiyana hevpar û biratiya gelan tê cih.”

Lûsyan Matusyan ê ji pêkhateya Ermen jî destnîşan kir ku armanca komployê têkbirina fikr û felsefeya Ocalan e û wiha pê de çû: “Karîn wî dîl bigirin lê nikarîn rê li pêşiya belavbûna fikrên wî bigirin. Ew di nav gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi fikr û projeya neteweya demokratîk zindî ye. Jin hatibûn paşguhkirin û tepeserkirin, lê bi saya fikr û felsefeya Ocalan jin rola xwe di civakê de dilîzin, tê de çalak in û mafên xwe nas dikin û bi awayekî çalak tev li saziyan dibin.”

Elî El-Himêdî yê ji pêkhateya Ereb tekez kir ku bi saya projeya neteweya demokratîk di nav tevahiya pêkhateyan de wekhevî û edalet belav bûye. Bi saya wê li gel Bakurê Sûriyê di nav hezkirin, rêzdariyê, biratiyê û wekheviyê de ne. Tu cudahî di navbera Kurd, Ermen, Ereb û Tirkmenan de tune ye, hemû bi wê felsefeya biratiya gelan dijîn.

(şx/bm)

ANHA