Bi behreya ku ji dayika xwe girt, ev 39 sal e stranên folklorîk distrê

Jina bi navê Necah Hesen bi behreya xwe ya ji dayika xwe girtî, ev 39 sal e stranên folklorîk distrê. Necah got divê dayik û bav zarokên xwe fêrî stranên folklorîk bikin da ku bêhtir bi nasname û çanda xwe ve bên girêdan.

Bi behreya ku ji dayika xwe girt, ev 39 sal e stranên folklorîk distrê
14 sibat, 2019   08:03

ISAM EBDULLAH - NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Jina bi navê Necah Hesen ji gundê Girê Şîra yê herêma Koçerata yê girêdayî Qamişlo ya herêma Cizîrê ye. Necah ji zarokatiya xwe ve ji dayika xwe fêrî stranên folklorîk bûye. Tişta ku behreya wê zêde dike, xwezaya li derdorê wê ye. Necah bi stranên xwe têkiliya jin û xwezayê vedibêje.

Necah Hesen di malbatekê de ku girêdana wê bi folklor û mîrasa kurdî heye, mezin bû. Bi taybet gundê Girê Şîra ku bi dewlemendiya stranbêjan tê naskirin, heta roja me ya îro jî nifşên wan vê çandê  diparêzin. Dayik û xaltîka Necah di bone û şahiyan de stran digotin, bi taybet di mewsima çandiniyê de ku li gel gelê Kurd tê naskirin, lorîk digotin.

Stran baweriya wê bi wê zêde dikin

Piştî ku Necah hîs kir ew dikare vê behreyê bi pêş bixe, hewl da di cihên giştî de bistrê. Bi vê yekê meşa wê ya hunerê dest pê kir. Di salên 1980`yî de dest bi hunerê kir û gelek stranên folklorîk di nav komên muzîkê de, bi taybet di cejnên Newrozê de distran.

Şoreşa Rojava rêya wê firehtir kir

Necah bi hemû hêza xwe di Koma Koçerata de kar dike, bi taybet piştî ku şoreşa Rojava hişt ku pêdiviyên pêwîst peyda bike û vê behreyê bixe xizmeta şoreş û avakirina nifşên nû. Necah beşdarî  gelek festîvalên ku li herêma Cizîrê pêk hatin, bû. Necah di serî de xwest bi her awayî parastina folklora Koçereta bike.

Hezkirina wê ji çandê re bendên hişmendiya baviksalar şikandin

Necah Hesen wiha dibêje: "Behreya stranan, hêzê dide rihê mirov, bi taybet dema ku mirov bi tena xwe be dikare hîs û zehmetiyên xwe vebêje, di vir de behreya mirov mezintir dibe."

Necah wiha domand: "Her stranekê çîrokeke xwe heye, tu stranên bêçîrok tune ne, çîrok ji bûyerekê, eşq, bûyereke dîrokî yan jî koçberiya di demên aloziyê de. Gelek bûyeran bi rêya stranan deng veda."

Necah destnîşan kir ku folklor her dem zindî ye, tevî wê yekê gelek jinên stranbêj ji ber hişmendiya mêran rastî rexneyan tên. Necah got ev hişmendî qebûl nake ku jin li ser dikê stranan bibêjin û wiha pê de çû: “Tevî hemû zehmetiyan jinan ev derbas kir û di meşa xwe ya hunerî de meşiyan, ev yek bi saya keda jinên şoreşger ên di şoreşa Rojava de pêk hat.”

Bi folklora kurdî girt da ku zehmetiyên gelê Kurd vebêje

Necah da zanîn ku ji ber nifşên nû stranên klasîk guhdar nakin, wate û nirxên stranên folklorîk mîna stranên lorîk, payîzok heta astekê ji holê rabûne.

Necah teqez kir ku gelek kesên temenmezin stranên kevn ezber kirine û nas dikin, ji ber vê yekê divê wan stranan tomar bikin û nifşên nû perwerde bikin da ku bên parastin û neyên jibîrkirin.

Necah bang li dayikan û bi taybet yên herêma Koçerata kir ku zarokên xwe fêrî stranên folklorîk bikin da ku bêhtir bi nasname û çanda xwe ve bên girêdan.

(jo/bm)

ANHA