‘Divê “herêma ewle” ji bo kêmnetewan ji Tirkiyê biparêze bê avakirin’

Çalakvanê hiqûqî Ebas Samî îdiayên Tirkiyê ku wê çavdêriya “herêma ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, red kir û got: “ Tişta herî rast ew e ku “herêma ewle” bi çavdêriya navdewletî li gorî qanûnên navdewletî were avakirin. Da ku kêmneteweyan ji dewleta Tirk biparêzin.”

‘Divê “herêma ewle” ji bo kêmnetewan ji Tirkiyê biparêze bê avakirin’
12 sibat, 2019   07:32

 LÎNA CANGÎR/QAMIŞLO

Hewldan û îdiayên Tirkiyê ji bo çavdêriya “herêma ewle” ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rastî nerazîbûnan tê.

Çalakvanê hiqûqî Ebas Samî girêdayî mijarê ji ajansa me re axivî û tekez kir ku Tirkiye sedemê aloziya Sûriyê ye û daxwaza wê ji bo çavdêriya “herêma ewle” mirovan matmayî dihêle.

Dê çawa dewletek dagirker çavdêriya herêmê bike?

Ebas Samî di destpêka axaftina xwe de got: "Dê çawa dewletek dagirker, çavdêriya herêmê bike? Di dema ku dîrok bû şahidê hovantirîn sûc û komkujiyên Tirkiyê yên li ser gelên Ermen, Kurd û tevahiya gelên din ên li Tirkiyê. Tirkiyê ji sala 2011`an ve yanî ji destpêka aloziya Sûriyê, çavên xwe berdaye xaka Sûriyê. Binpêkirinên Tirkiyê yên li ser herêmên wek Bab û Cerablûsê berçavin. Bûyerên li Efrînê rastiya dewleta Tirk radixe ber çavan.”

Ebas Samî tekez kir ku piştî biryara serokê Amerîkayê ya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Erdogan bi rêya çapemeniyê ragihand ku ew ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya 12 hezar çeteyên ji komên radîkal operasyonek leşkerî destpê bike û wiha pê de çû: “Eger tiştek wisan çêbibe dê bibe karesatek mirovî, mîna Efrîn, Bab û Ezazê.”

Pêşniyara Tirkiyê ya “herêma ewle” ne li gorî qanûna navdewletî ye

Ebas Samî “herêma ewle” li gorî çarçoveya wê ya qanûnî pênase kir û got: "Herêma ewle ew herêma ku di navbera du aliyên bi nakok de bi çavdêriya navdewletî tê avakirin e. Armanc jê ew e ku bikaranîna çekan ji bo her du aliyan jî were qedexekirin. Piraniya caran bejahî ye û dibe ku firîna balafiran li wê herêmê were qedexekirin. Armanca herêma ewle ne ew e ku her du aliyên nakok ji hev cuda bike, armanca wê avakirina stargehek ewle ji sivîlên ku ji şer reviyan e peyda bike, alîkariyê bide wan û wan biparêze.”

‘ “Herêma ewle” ya ku Tirkiye qalê dike, ne têgeha herêma ewle ye’

Ebas Samî gotinên xwe wiha berdewam kir: "Li gorî qanûna navdewletî  herêma ewle bi biryara Meclisa Ewlehiyê tê avakirin. Her du aliyên nakok li ser avakirinê û rakirina tevahiya cureyên çekan  li hev dikin û ji hêla rêveberiyek sivîl ve tê birêvebirin. Herêm ji hêla hêzên NY`î tê parastin, mîna ku li Başûrê Kurdistanê rû daye. Wê demê Başûrê Kurdistanê ji 400 hezar Kurd re yên ku ji pergala Sedam Hisên reviyan û berê xwe dan sînorên Tirkiyê, bû stargeh."

Ebas Samî tekez kir ku Tirkiye dixwaze “herêma ewle” ava bike û tevî çeteyên xwe çavdêriya wê bike, ew jî ne li gorî têgeha “herêma ewle” ye.  Ji ber ku dewleta Tirk mafên gelên cîran binpê dike û xaka dewletên cîran dagir dike.

Çalakvanê hiqûqî Ebas Samî gotinên  xwe wiha bi dawî kir: “Tişta herî rast ew e ku “herêma ewle” bi çavdêriya navdewletî li gorî qanûnên navdewletî were avakirin. Da ku kêmneteweyan ji dewleta Tirk biparêzin. Ebas tekez kir ku li ser asta herêmê avakirina herêma ewle bê çavdêriya navdewletî (ti sûda wê tune ye) ne pêkane.”

(şx/bm)

ANHA