Ji ber binpêkirinên çeteyan nikare li hevserê xwe bigere

Jina bi navê X.E. hevserê wê ji aliyê çeteyên “Mertala Firatê” ve yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li bajarê Babê beriya salekê hatiye revandin. Ji ber tunebûna ewlehiyê li herêmê, X.E. ber bi Minbicê ve koçber dibe da ku her çar zarên xwe biparêze.

Ji ber binpêkirinên çeteyan nikare li hevserê xwe bigere
12 sibat, 2019   06:58

SELWA EBDULREHMAN-ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Herêmên ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên “Mertala Firatê” dagir kirine, di nav tevliheviyê û ne raramiyê de ne. Gelek binpêkirinên ne mirovî der heqê sivîlan de têne kirin. Ji ber wê şênî ji ber hovîtiya çeteyan ber bi hermên ewle ve koçber dibin.

Ji malbatên ku ji hovîtiya çeteyan reviyan e, malbata X.E. ye. li gorî gotinên X.E. hevserê wê hîna sax e û ji bo parastina jiyana wî, nasnemeya xwe eşkere nekir.

X.E. ya 22 salî ye serpêhatiya xwe ji ajansa me re vegot û destnîşan kir ku dema çeteyên DAIŞ`ê bajarê Babê kirin bin serweriya xwe tevî malbata xwe koçberî gundê El-Miştelê dibe yê ku dikeve rojhilatê bajarê Babê yê nêzî sînorên bajarê Minbicê.

Ji ber ewlehiya herêmê X.E. li gundê Toq El-Xelîl yê ku dikeve başûrê rojavayê Minbicê bi cih dibe da ku zarên xwe biparêze.

Têkildarî rewşa herêmên di bin dagirkeriya çeteyên “Mertala Firatê” de X.E. destnîşan kir ku li wan herêman tevlihevî û ne ewlehî serwer e. Di saetên şevê de kesek nikare ji malên xwe derkeve mîna ku di nav dorpêçê de ne.

Koçberî û hejarî

Bi koçberkirina domdar e rewşa aborî ya şêniyan paş de diçe, mîna rewşa malbata X.E. yê. Azarên malbatê bi zivistanê û sermayê re zêde dibin. X.E. ji bo ku xwe û her çar zarên xwe germ bike tevî ku ducanî bû, lê dîsa jî êzingan ji çolê kom dike.

Dê û bavê X.E. yê li bajarê Babê bi cih bûbûn, dema X.E. xwest wan ziyaret bike, çeteyan rê nadin û hevserê wê direvînin. Wê demê X.E. ducaî bû. Heya vê kêliyê hevserê wê zarê xwe ya çarem nedîtiye. Niha X.E. tevî her çar zarên xwe di malekî de ku nehatiye temamkirin ku şêniyekî ji gund jê re peyda kiriye, bi cih bûye.

X.E. ji bo malbata xwe ji sermayê biparêze, pencere û deriyên malê bi cawekî girtiye.

Dixwaze di cihekî ewle de bijî

Li gorî gotinên X.E.yê ji ber tunebûna ewlehiyê li herêma wê, ew nikare veger yan jî li hevserê xwe bigere û dibêje jiyan li wir ne pêkane.

Di berdewama vegotina serpêhatiya xwe de X.E got: "Li bajarê Babê ewlehî tune ye.  Çeteyên Mertala Firatê binpêkirinên xwe ji talankirin, revandin û kuştina bizanabûn bênavber didomînin. Her kesê ku li wir dimîne di nav xof û tirsa domdar de ye."

Di dawiya vegotina çîroka xwe de X.E. ev tişt anî ziman: "Minbic ewle ye ji ber wê ez jê dernakevim."

(şx)

ANHA