Serlêdana ji bo çûyîna Îmraliyê dîsa hat redkirin

Duh malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kiribûn. Serlêdana malbatan dîsan hate red kirin.

Serlêdana ji bo çûyîna Îmraliyê dîsa hat redkirin
8 sibat, 2019   13:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtina bi Ocalan re duh bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdan red kir.

Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dabûn. Serlêdana malbatên wan jî hate red kirin.