Rûsya: Herêmên "bêçek" tedbîrên demkî ne

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê teqez kir ku “herêmên bêçek” tedbîrên demkî ne, kes itîrafê pê nake û tu kes wek tedbîreke demdirêj lê nanêre.

Rûsya: Herêmên "bêçek" tedbîrên demkî ne
8 sibat, 2019   13:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin îro ji dezgehên çapemeniya Rûsyayê re got Idlib ji 4 “herêmên bêçek” ên ku di 2017`an de hatin avakirin, a dawîn e.

Sergey Vershinin wiha got: “Di destpêkê de jî me di hemû hevpeymanên xwe yên li ser herêmên bêçek de tiştekî sereke nivîsand; ew herêm tedbîrên demkî ne. Ji ber wê jî tu kes demdirêjî lê nanêre.”

Vershinin teqez kir ku ew nahêlin li Sûriyê cihên ku teror xwe tê de biparêze bimînin û wiha pê de çû: “Ev jî tê wateya ku me û serokê Rûsyayê jî vekirî gotibû ku divê teror di zûtirîn demê de tune bibe.”

Tê zanîn ku di demên dawîn de Rûsya bi hinceta ku Tirkiye li Idlibê bi erka xwe ranabe, gefan dixwe. Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebeh El-Nusra ya berê) ji sedê 70’yê xaka Idlibê dagir kiriye. Li herêmên di bin dagirkeriya El-Nusra de nuqteyên çavdêriyê yên girêdayî Tirkiyê hene ku çeteyan diparêzin.

(jo/bm)