Cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima havînê kir

Cotkarên bajarê Reqayê bi rêya hingaran dest bi amadekariyên çandina sebzeyên havînê kir.

Cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima havînê kir
Cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima havînê kir
Cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima havînê kir
Cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima havînê kir
Cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima havînê kir
Cotkarên Reqayê dest bi amadekariyên mewsima havînê kir
7 sibat, 2019   09:05

EHMED ESAF / REQA

Çandina sebzeyên havînê ji mewsimên (ber) sereke yên bajarê Reqayê ne. Berhem di nav sûkên Reqayê de tên firotin û bi vê yekê buhayê sebzeyan jî kêmtir dibe.

Zeviyên Reqayê berhemdar in, bi taybet zeviyên nêzî çemên Firat û Belîx ê. Ji ber wê ew zevî geş in û tevahî sebze tevî berhemên din lê tên çandin. Her wiha zeviyên Reqayê bi hilberîna xwe ya zêde tên naskirin. Ji ber wê cotkar qadên berfireh bi sebzeyan diçînin. Çandina sebzeyan debara cotkaran a rojane û derfetên kar ji şêniyan re peyda dike.

Bi nêzîkbûna xilasbûna Çileya zivistanê re, cotkaran bi rêya hingaran dest bi amadekariyên çandina sebzeyên havînê kir. Cotkar tovan di turikên biçûk de diçînin û heya 5 rojan bi rêya sobeyan germahiyê didinê da ku şîn bibin. Piştî wê tûrikên biçûk dixin nava kortikan. Heya mehek û nîv bi naylonan ser digirin. Piştî wê di dawiya Adarê de wan di nav zeviyan de diçînin.

Cotkarê bi navê Hesen El-Elî yê ji Reqa El-Sumrayê diyar kir ku ev 20 sal e sebzeyan diçîne û wiha got: “Di vî karî de tecrubeyeke min çêbûye. Lêçûna her donimekî 35 hezarên Sûriyê ye. Ez ê jî 45 donim biçînim. Lewma jî dê lêçûneke zêde çêbe.”

Endamê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a Reqa El-Sumrayê Mihemed El-Sekran destnîşan kir ku ew hewl didin destekê bidin cotkaran, bi taybet di warê çandina sebzeyan de, ji ber ku lêçûna wê gelekî buha ye û wiha axivî: “Lê derfetên wan niha kêm in.”

Cotkarên Reqayê sebzeyên mîna bacanên sor, bacanên reş, xiyar, îsot û kusa tevî wê jî zebeş û petêxan diçînin. Sebze di nav sûka Hal de têne firotin û ya zêde derbasî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe.

(şx/bm)

ANHA