Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin

Piştî ku duh 5 zarokên di nava çeteyên DAIŞ`ê de ku navê "Eşbal El-Xîlafe" li wan kirine, xwe radestî hêzên QSD’ê kir, îro jî hejmareke çeteyên DAIŞ’ê ku bi eslê xwe ji Iraqê ne, xwe radestî şervanên QSD`ê kir.

Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin
Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin
Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin
Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin
Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin
Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin
Li Dêrazorê çete xwe radestî QSD’ê dikin
7 sibat, 2019   08:46

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin, li gundewarên Dêrazorê berdewam e. Şervanên QSD`ê li gundewarên Dêrazorê quncikên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê dorpêç kirine. Rojane hejmarek ji çeteyan xwe radestî şervanên QSD`ê dikin. Her wiha şervanên QSD`ê korîdorên ewle vedikin da ku sivîlan ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar bikin.

Îro dema ku sivîl ji ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê yên Baxoza Jorîn de direvîn, hin çeteyên ku bi eslê xwe ji Iraqê ne, xwe radestî şervanan kirin.

Duh jî 5 zarokên di nava çeteyên DAIŞ`ê de ku ji aliyê tîmên taybet ên çeteyên DAIŞ`ê ve dihatin perwerdekirin ku navê "Eşbal El-Xîlafe" li wan dikin, xwe radestî şervanên QSD`ê kir. Temenên wan di navbera 14 – 15 saliyê de ne.

Buroya Ewlehî û Agahiyan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Dêrazorê, çete veguhestin cihekî taybet da ku lêpirsînê bikin.

(bx/bm)

ANHA