Di rojnameyên erebî de rojevên îro

Rojnameyên erebî yên îro, behsa mijarên wekî hebûna Îranê li Sûriyê, hewldanên Amerîkayê yên ferzkirina cezayan li ser rejîma Sûriyê, avakirina hikumeta Iraqê û hebûna Amerîkayê li wir û avakirina hikumeta Lubnanê kir.

Di rojnameyên erebî de rojevên îro
7 sibat, 2019   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Washingtonê soza berdewamkirina şer heta têkbirina DAIŞ’ê û derxistina Îranê ji Sûriyê da

Rojnameya El-Heyat îro behsa helwesta Amerîkayê ji bo hebûna Îranê li Sûriyê kir û wiha nivîsand: “DYA`yê soza dewamkirina xebatên ji bo tunekirina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê da. Her wiha teqez kir ku divê Îran û aliyên ku Îran piştgiriya wê li Sûriyê dike, ji Sûriyê vekişin.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: "Di yekemîn civîna wezîrên karên derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê de piştî biryara Trump a vekişandina 2 hezar leşkerên xwe ji Sûriyê, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku welatê wî ji bo bidawîkirina DAIŞ`ê heta niha bi israr e. Vekişandina hêzan, guhertineke taktîk e, lê di erkê de tu guhartinan çênake. Ev tê wateya pêngaveke nû di şerê kevn de. Pompeo teqez kir ku divê Îran û hemû hêzên ku Tehran piştgiriya wan dike, ji Sûriyê vekişin û li Sûriyê çareseriyeke siyasî pêk were. Her wiha Pempeo anî ziman ku dewleteke koalîsyonê dibe ji bo pêşwazîkirina çekdarên DAIŞ`ê yên ku di şer de hatine girtin, pêşwazî bike û wan darizîne. Di heman demê de, Pompeo xwest dilê nûnerên 79 dewletan rihet bike û wiha got: “Vekişandina hêzên me ji Sûriyê nayê wateya dawiya şerê Amerîkayê... Em ê şerê xwe li rex we dewam bikin.”

Şerq El-Ewset: Îran ji bo dagirtina valatiya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê hêza xwe zêde dike

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Sûriyê kir û wiha got: “Îran hewldanên xwe ji bo tevlêbûna endaman nava hêzên xwe li rojhilatê Firatê piştî vekişandina Amerîkayê, zêde dike. Di vê çarçoveyê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got şandeyeke ji Îranê serdana bajarê El-Meyadîn kir û ji ciwanên herêmê re got vegerin warên xwe û tev li hêzên Îran û alîgirên wê bibin.”

El-Quds El-Erebî: Meclis Nûneran a DYA’yê amadekariyên hemleyeke cezayan a mezin li dijî rejîma Sûriyê bi erêkirina “Qanûna Qeyser” dike

Di heman demê de, rojnameya El-Quds El-Erebî jî behsa mijara Sûriyê kir û di vê derbarê de wiha nivîsand: "Di pêşketineke din de dibe ku bandorê li ser hesabên navneteweyî û rejîma Sûriyê bike, Meclisa Nûneran (Şiyûx) a Amerîkayê projeya “Qanûn Qeyser” bi piraniya endamên xwe erê kir. Ev yek jî wê cezayên mezin li dijî rejîma Esed û hevalbendên wê li Sûriyê ji ber tawanên wan li Sûriyê, ferz bike.”

Iraq

Rojnameya El-Ereb behsa mijara Iraqê kir û wiha got: "Îran belgeya xwe ya dawîn li dijî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê ku vê carê xwe sparte lêvegera olî, bi kar anî. Îranê daxuyaniyek da û got dive DYA Iraqê neke amûra ji bo armancgirtina dewletên cîran.”

Her wiha rojnameya El-Heyat jî behsa Iraqê kir û wiha nivîsand: "Hevbendiya Sererastkirin û Avakirinê duh teqez kir ku tu lihevkirin di navbera Hevbendiya Avakirinê de çênebûye da ku namzetê wezareta hundirîn Falih El-Feyad bi namzetekî din biguherin. Her wiha anî ziman ku civîna dawîn jî, mijara xwe ya sereke li ser hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê bû.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê jî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Tê payîn ku Meclisa Wezaretê ya Lubnanê, îro bicive da ku bernameya hikumetê ku di 3 rojan de hatibû amadekirin, erê bike.”

(kc)