Şêniyên Efrînê: Şîara me ‘Berxwedan jiyan e’

Şêniyên Efrînê got dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd bişikîne, ji ber ku wan rêgeza `Berxwedan jiyan e` ji xwe re kiriye bingeh.

Şêniyên Efrînê: Şîara me ‘Berxwedan jiyan e’
7 sibat, 2019   08:26

ARÊF SILÊMAN / ŞEHBA

Di sala 1982’yan de Mazlûm Dogan di girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê de bi şîara ‘Berxwedan jiyan e’ bersiv dabû zilma dewleta Tirk a dagirker. Piştî 37 salan Leyla Guven li dijî tecrîda di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelên bindest hatiye ferzkirin, şîara Mazlûm Dogan nûjen kir û got ‘Berxwedan jiyan e’. Leyla Guven ev 92 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Ev berxwedan li hemû cîhanê belav bû û berdewam dike.

Şêniyên Efrînê yên ku dewleta Tirk a dagirker ew bi zorê ji warê wan derxistine û li kantona Şehbayê li ber xwe didin jî, deng da berxwedana grevên birçîbûnê û got ‘Berxwedan jiyan e’.

Şêniyê bi navê Emîn Xelîl wiha got: "Wek şêniyên Efrînê em piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê dikin. Em li rex berxwedêrên mîna Leyla Guven, Nasir Yagiz û rêhevalên wan disekinin. Em şopdarên fikr û felsefeya Ocalan in."

Şêniyê bi navê Mihemed Elî Silêman jî diyar kir ku Leyla Guven û hevrêyên wê tecrîdkirina Ocalan qebûl nekir û wiha pê de çû: "Em ê jî bi çalakiyan piştgiriya wan bikin. Dewleta Tirk wê nikaribe vîna gelê Kurd bişikîne. Ji ber ku ew li ser rêgeza `Berxwedan jiyan e` dimeşin û dê dest ji berxwedana xwe bernedin.”

Her wiha şêniyê bi navê Arêf Îbiş bang li rêxistinên navdewletî û mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Divê binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Ocalan bi dawî bibin.”

(şx/bm)

ANHA