Li Reqayê peykerê cotkar hate danîn

Komîteya Çand Şûnwran a Meclisa Sivîl a Reqayê peykerê jin û mêr cotkdar li ser burcê li çerxerêya Saayê ya kolana Til Ebyed danîn.

Li Reqayê peykerê cotkar hate danîn
Li Reqayê peykerê cotkar hate danîn
6 sibat, 2019   16:02

REQA

Çarxerêya Saa li kolana Til Ebyed a navenda bajarê Reqayê ye. Çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku bajar dagir kiribûn, çerxerêya Saa û yên dîtir veguherandin qada serjêkirin û êşkenceya mirovan û bi hinceta ku guneh e yanî jî sembola kafiran e peykerên li jora burcê Saayê rûxandibûn. Piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD‘ê ve Meclisa Sivîl a Reqayê bi komîteyên xizmetguzariyê dest bi sererastkirina çarxerêyan kirin.

Komîteya Çand û Şûnwaran a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê piştî bi dawîbûna xebatên sererastkirina çarxerêya Saa ji aliyê şaredariyê ve, peykerek nîşaneya cotkarên jin û mêr mîna heman peykerê beriya ku DAIŞ`ê derbasî bajêr bibe û wêran bike danî ser birca çarexerêya Saa.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Çand û Şûnwaran Ziyad El-Hemed destnîşan kir ku ew hewl didin bedewiya çarxerêya Saa mîna berê beriya ku DAIŞ`ê xirba bike vegerînin. Di dema niha de xebatên sererastkirinê didomin û peykerek mîna ya berê danîn ser birca Saa. Ziyad anî ziman ku jêrdera jiyana piraniya şêniyên Reqayê çandiniyê ye, lew re peykerê vê semolê danîne û got, peykarê nû bi 70 cm ji yê berê dijrêjtir û xweşiktir e.

Ziyad bi bîr xist ku Komîteya Çand û Şûnwran dê hîn gul li çarxerêyê biçîne.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Komîteya Çand û Şûnwaran çarxerêya Dele ya ku dikeve bakurê çarxerêya Saa sererast kiriye û mîna berê boyax kiriye. Dele sembola mêvanperweriyê li gel şêniyên Reqayê ye.

(şx)

ANHA