Cenazeyê şehîd Kemal û Dilbirîn hatin veşartin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Kemal Osman û şervanê QSD‘ê Şiyar bi merasîmekî girseyê li Goristana Şehîd Dicla ya bajarê Kobanê hatin veşartin. Her wiha nasnameya Gerîlaya YJA-Starê Hêlîn Kobanê û şervanê YPG‘ê Amed Reş hatin eşkerekirin.

6 sibat, 2019   15:17

KOBANÊ

Şervanê YPG‘ê Kemal Osman (Bahoz Efrîn) ê 29‘ê Çileya 2019‘an li bajaroka Mebrûka yê Serêkaniyê dema erka xwe pêk di anî di encama qezayekê de şehîd bibû, şervanê QSD‘ê Dilbirîn Salih (Şiyar) ê ku1‘ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû bi tevlêbûna bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi merasîmekî li Goristana Şehîd Diclayê hatin veşartin. Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya Gerîlaya YJA-Star Rewşen Mizê (Hêlîn Kobanê) ku di 9‘ê Kanûna 2016‘an de li Garê şehîd bibû û şervanê YPG ‘ê Muxîs Bozo (Amed Reş) di 17‘ yê Îlona 2014‘ an de di berxwedana Kobanê de şehîd bû hatin eşkerekirin.

Li goristana ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweprastinê ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Paşê, Hevserokê Desteya Xweparastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Îsmet Şêx Hesen got, "Peyva Bakurê Sûriyê berxwedana bêhempa têne bîra mirov. Rojane em berê xwe didin şehîdgehan û şehîdan xwe bi bîr tînin, anî wan oxir dikin."

Îsmet Şêx Hesen bal kişad ser gefên Erdgoan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan hewl dide serkeftinên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibe û wiha domand, "Şervanên me û gel me şagirtên Rêber Apo ne, xwedî li fikr û felsefeya wî derketine. Serkeftinên ku me bi destxistine berhemên ramanê Ocalan e."

Di berdewama merasîmê de, Rêveberê Kantona Kobanê Ferhan Kobanê jî axivî û got: "Ji bo parastina vê axa pîroz me gelek qehreman dane, ciwanên xwe ji bo vê xakê canê xwe feda dikin. Bi şehîdan xwe me hebûna xwe îsbat kir. Bila dagirker bizanibe ku em di serxistina projeya xwe ya netewa demokratîk û avakirina Sûriyeke demokratîk bi îsrar in."

Li ser navê malbata şehîd Şiyar birayekî wê axivî û got, ew bi şehadeta birayê xwe serbilind, şehîd Şiyar ne tenê şehîdê malbatê ye, di heman demê de şehîdê vî gelê ye.

Her wiha li ser navê malbatên şehîd Hêlîn Kobanê û Amed Reş, Ednan Kobanê axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîd Hêlîn bi riya şehîd Amed tevger nas kir, piştî ku Amed li Kobanê şehîd bû, şehîd Hêlîn çeka Amed hilada û berê xwe da çiyayê Qendîlê, piştî çar salan xebera şehadeta me mizgîniyek bihîst ew jî mizgîniya şehadeta wê bû, ku îro em bi wê şehadetê gelekî serbilind in."

Ednan di dawiya axaftina xwe de, stranek li ser giyana şehîdan got.

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel derbestê şehîd Bahoz û Şiyar hilgirtin ser milê xwe û di nava dirûşme û tilîliyên dayikan li Goristana Şehîd Diclayê spartin axê.

(hh/sn)

ANHA