Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo piştgiriya berxwedana parlamantera Kurd Leyla Guven û şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
Şêniyên Til Hemîsê ji bo Leyla Guven meşiyan
6 sibat, 2019   16:24

QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê ji bo piştgiriya parlamentera HDP‘ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD‘ê Leyla Guven ku ev 91 roj in ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna di greva biçîbûnê de ye meşek lidar xistin. Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê bi armanca tevlêbûna meşê li ber avahiya Meclisa navçeyê kom bûn.

Girseya gel wêneyên Ocalan, Leyla Guven, alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û QSD`ê hildan û dest bi meşekê kir. Şêniyan di nav kolanên navçeyê de ber bi çarxerêya Şehîdan ve meşiyan. Li ber çarxerêyê meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de axaftin hatin kirin. Bi navê Kongreya Star Cewze El-Hasûd, bi navê bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Salih El-Xelef û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, hevserokê meclisê Ehmed El-Ebawî axivîn.

Di axaftinan de berxwedana Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê de hat silavkirin û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Hate gotin ku armanca tecrîdê ew e ku derbeyê li projeya neteweya demokratîk a ku Ocalan pêşkêş kiriye, bixin.

Kesên axivîne diyar kirin ku projeya biratiya gelan û azadiya jin ku li herêmê pêş ketiye berhemên fikr û felsefeya Rêberê Neteweya Demokratîk e Abdullah Ocalan e.

Meş bidirûşmeya azadiya Ocalan bi dawî bû.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bibûn, bi rêya ajansa me piştgiriya xwe bi Leyla Guven re anîn ziman.

Endama Kongreya Star a gundê Nayîm Riweyda Sebai got: "Em beşdarî meşê bûne da ku piştgiriyê berxwedana Leyla Guven bikin a ku ev 91 roj in di greva birçîbûnê de ye. Wekî jinên navçeya Til Hemîsê em tecrîda li dijî Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan şermezar dikin, çalakiyên me berdewam in ta azadiya Ocalan."

Girêdayî heman mijarê jina bi navê Nebewiye Hisên a ji gundê El-Hisêniye diyar kir ku ew ji bo piştgiriya daxwazên Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê dimeşin. Nebewiye bang li rêxistinên mirovî, navdewletî û hiqûqî kir  ku mudexele bikin û jiyana çalakgerên greva birçîbûnê biparêzin û daxwazên wan ji bo rakirina tecrîdê pêk bînin.

(şx)

ANHA