Welatiyên Tebqayê dikarin rojane 3 saetan derkevin

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebeqayê bi biryarnamekê ragihand ku welatiyên herêma Tebqayê dikarin rojê 3 saetan derkevin da ku pêwîstiyên xwe yên rojane bi cih bînin, her wiha diyar kir ku qedexeya derketina derve hîna berdewam e.

Welatiyên Tebqayê dikarin rojane 3 saetan derkevin
Welatiyên Tebqayê dikarin rojane 3 saetan derkevin
Welatiyên Tebqayê dikarin rojane 3 saetan derkevin
Welatiyên Tebqayê dikarin rojane 3 saetan derkevin
4 sibat, 2019   21:25

TEBQA

Komîteya Hundirîn a Herêma Tebqayê ji ber bûyerên ku îro li herêmê rû dane bi sedema nakokiyên di navbera hin kesan de qedexeya derketina derve ragihandin.

Komîteyê bi biryarnameyek din ragihand ku welatî dikarin rojane 3 saetan ji saet 07:00 heta 10:00 derkevin û pêwîstiyên xwe yên rojane bi cih bînin.

Di biryarnameyê de wiha tê gotin, "

Ji ber nakokiyên ku îro danê nîvro di navbera hin aliyan de li bajarê Tebqayê derketin û bi armanca ku ev bûyer nebe sedema tevliheviyê û xirabkirina milkên giştî û taybet, her wiha heta çareserkirina nakokiyên me ev biryar derxistin:

1-Qedexeya derketina derve heta demeke ne diyar hat ragihandin.

2-Derketin û ketina bajêr qedexe ye.

3-Welatî li bajêr dikarin ji saet 07:00 heta 10:00 derkevin da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin.

4-Di dema qedexeyê de ev biryar ji bo rewşên mirovî û nexweşan derbasdar e.

5-Biryarname ji dîroka hatiye girtin di meryetê de ye.

6-Hemû welatî ji vê biryarnameyê berpirsyar in, yên li gorî wî tevnegerin, rastî lêpirsên tê."

Li aliyekî din jî Meclisa Rêveber a Herêma Tebeqayê biryarnameya bi hejmara /4/ derxistin û diyar kir ku hemû komîte, sazî û buroyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê 3 rojan betlane dike. Betane ji dîroka 5‘ê Sibatê dest pê dike.

ANHA