Buroya Karûbarên Mirovî plansaziya nû nîqaş kir

Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistinên mirovî yên herêmî û cîhanî re yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya û plansaziya dema pêş nîqaş kir.

Buroya Karûbarên Mirovî plansaziya nû nîqaş kir
4 sibat, 2019   19:09

GIRÊ SPÎ

Buroya Karûbarên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya yekemîn a sala nû bi rêxistinên herêmî û navdewletî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebtin re, lidar xist.

Civîn li avahiya Rêveberiya Xweser a navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî hat lidarxistin. Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadir El-Miwehed û rêvebirên hemû rêxistinên mirovî û cîhanî yên li herêmên dixebitin di civînê de hazir bûn.

Beşdaran plansaziya sala 2019 nîqaş kirin. Ji mijarên ku di nîqaşan de derketine pêş zêdekirina xebatê, alîkardayîna bi koçberên Hecînê û bi cihanîna pêwîstiyên Kampa Holê.

Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî mekanîzmeya karê nû piştî ku ji Buroya Karûbarên Mirovî ya MSD‘ê veguhest Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir, her wiha daxwaz ji rêxistinan xwest ku şaştiyên di demên berê derketina werin derbaskirin û mijara şewata li kampan û çawaniya rêgirtina li ber vê yekê hatin nîqaşkirin.

Di civînê de beşdaran li ser avakirina komîteyek ji rêveberiya komp û rêxistinan were avakirina da ku li ser vê mijarê bisekine.

Hevserokê Buroya Karûbarên Mirovî Ebdulqadir Miwehed der barê civînê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku civîn bi encam bû û ev tişt anî ziman: "Mekanîzmeya kar ku li ser nîqaş hate kirin, çawaniya birêxistinkirina rêxistin û komeleyên li herêmê. Hemû rêxistinan teqez kirin ku ew amade ne bi buroyê re bibe alîkar."

ANHA