Di Şibatê de Efrîn bû quble

Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de gelek bûyerên dîrokî ku mîna wê pêk nehatine, rû dan. Di meha Şibatê de, di dema şerên dijwar di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî ve û şervanên YPG, YPJ û gelê Efrînê ji aliyekî din de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ji bo piştgriya berxwedanê berê xwe dan Efrînê.

Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
Di Şibatê de Efrîn bû quble
5 sibat, 2019   05:20

FÎDAN ABDULLAH /EFRÎN

Piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û çar parçeyên Kurdistanê rolek girîng di Berxwedana Serdemê de lîst. Her roj li rex şêniyên Efrînê û şervanan li ber xwe dida û bûn jêdera desteka manewî ji berxwedanê re û carek din planên dagirkeriya Tirk li herêmê pûç kir.

Ji Şibatê heya 58 rojan piştgiriya Berxwedana Serdemê kir

Roj 5 Şibata 2018`an bû, hîna berbangê sibê bû, şêniyên Efrîn û Şehbayê yên berxwedêr bi coşek û heyecanek mezin kerwana şêniyên Bakurê Sûriyê (Minbic, Reqa û Tebqayê) û herêmên Firatê û Cizîrê bi tevahiya temenên xwe ve û di destên wan de şiqinên zeytûnê û alên QSD`ê pêşwazî kirin.

Di şeva 6`ê Şibatê de şandeyek din ji Şengalê, Herêma Firatê û Herêma Cizîrê gihaşt Efrînê. Wê demê kolanên bajêr tijî şênî bûn û sloganên serkeftinê bi moralên bilind berz kirin. Bi dijwarbûna êrîşan re şêniyên Efrînê bi coşek mezin li benda şandeyan bûn.

Piştî lidarxistina çalakiyan şandeyan berê xwe dan herêma Cindirêsê ku şahidê hovantirîn şeran û topbarana balafiran bû. Şênî piştî ku piştgiriya Berxwedana Serdemê teqez kirin bi kerwanekî ku ji dehan erebeyan pêk dihat vegerîn herêmên xwe.

Di 11`ê Şibatê de şanedeyek ji parlemantoya Başûrê Kurdistanê gihaşt Kantona Efrînê. Şande ji nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Yekîtiya Islamî, Tevgera Guhertin û Partiya Komunîst pêk dihat. Şande wêrabûna Girê Endarê yê dîrokî ya di encama topbarana balafirên Tirkiyê de belge kirin. Her wiha navên şehîd û birîndarên sivîl ên ku di encama êrîşên Tirkiyê de şehîd bûne ji Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn wergirtin da ku bighînin rêxistinên NY`yê.

Di kongreyek çapemeniyê de li ber avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şandeya parlemantera Başûrê Kurdistanê bersiva hişyariya qunsilê Tirkiyê yê Hewlêrê da ku şande desteka Berxwedana Serdemê neke û got, "Li gorî qanûnê parlemanterê dê piştgiriya kantonên Rojava bike û parleman negirêdayî tu aliyekê ye". Her wiha destnîşan kir ku desteka wan dê li ser astên siyasî û manewî de sînordar nemîne.

Wê demê şandeyê bi partiyên siyasî yên Kurd re yên li Efrînê civiyan, pêwîstiya danîna nakokiyên partiyetiyê li aliyekî û hevgirtinê li hember dagirkeriya Tirk û sekinandina êrîşan li dijî gelê Efrînê teqez kirin.

Di 19`ê Şibatê de şêniyên Helebê para xwe di piştgiriya Berxwedana Serdemê de anîn cih. Kerwana bi hezaran şêniyên Helebê ji taxên Bustan Paşa, Biêdîn, Huluk, Şêx Faris, Şêx Xidir, Şêxmeqsûd, Seken Şebabî û Eşrefiyê gihaşt Efrînê da ku piştgiriya Berxwedana Serdemê li rex şêniyên Efrînê bikin.Ruxmî hedefgirtina bajêr bi fuzeyan û hawinan, lê şêniyên Helebê derbasî bajêr bûn û berxwedana gelêrî pîroz kirin. Şêniyên Helebê di roja duyem de tevî ku navçeya Meydankê rastî êrîşên balafirên dagirkeriyê hate, lê şênî çûn navçeyê û peyama xwe ji Erdogan re ragihandin.

Piraniya şêniyan ji malên xwe derketin da ku kerwanê pêşwazî bikim heta ku şivanan jî keriyên pez berdan û berê xwe dan rêya giştî. Şêniyan  siloganên`Bijî berxwedana YPG û YPJ`ê` berz kirin.

Balafiran kerwana berxwedêran kir hedef

Di 22`yê Şibatê de kerwanek din ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengal gihaşt Efrînê. Beriya têketina Efrînê li rex gundê Zaretê balafirên artêşa Tirk a dagirker kerwan kir hedef, di encamê de sivîlek şehîd bû û 12 din jî birîndar bûn. Lê ew vîna gel û israra wan a piştgiriya bajarê Zeytûnê qels nekir. Şêniyan çalakiyên xwe li dijî dagirkeriyê bi moralên bilind berdewam kirin û destnîşan kirin ku Efrîn di tevahiya meydana de fedekarî dane.

Di 24`ê  Şibatê de şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên Efrînê yên berxwedêr meşek girseyî lidar xist. Di roja duyem de berê xwe dan navçeya Mabata ya navenda Kantona Efrînê, di dema ku navçeyê rastî topbaran û êrîşan dihat.

Moralên bilind, berxwedana ciwanên Efrînê ku bi berxwedêrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê temam dibû. Şandeyan ruxmî topbaranê, êrîşên bakafirên artêşa Tirk a dagirker  di piştgiriya xwe de bi israr bûn. Her kesê ku wê demê li Efrînê bû, tenê du berbijerk dabû ber çavê xwe yan serkeftin yan jî şehadet. Her kesê ku berê xwe dabû Efrînê gotin`Em ji bo Efrînê fedekar in`.

Ji aliyekî din ve tevahiya şendeyên ku gihaştin Efrînê di nexweşxaneya Avrîn de bi dilxwazî xwîn dan birîndarên êrîşê. Derbasbûna şêniyan ji herêmên ku rastî topbaran û êrîşan dihat, nimuneya berxwedanê ya herî kêm e û mîna wê di şerên cîhanê de rû nedaye.

Heta roja dawîn ji qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê gelên azadîxwaz piştgiriya gelê Efrîn û şervanên YPG û YPJ`ê kirin.

(şx)

ANHA