Şêniyên Tebqayê çalakiya greva birçîbûnê heta 2 rojên din dirêj kir

Bi dehan şêniyên bajarokên Cirniyê û Mehmûdlî yên gundewarên bakurê rojavayê Tebqayê di roja 9`an a tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya Tebqayê bûn.

Şêniyên Tebqayê çalakiya greva birçîbûnê heta 2 rojên din dirêj kir
4 sibat, 2019   14:22

TEBQA

Bi dehan şêniyên bajarokên Cirniyê û Mehmûdlî yên gundewarên bakurê rojavayê Tebqayê di roja 9`an a tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya Tebqayê bûn. Di çalakiyê de Meclisa Ciwanên Tebqayê daxuyaniyek da û ragihandin ku piştî 2 rojan ji greva birçîbûnê ew ê grevê bi dawî bikin û dewrî koma piştî xwe bikin.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Meclisa Ciwanên Tebqayê Elaa El-Mehmed hat xwendin.

Elaa diyar kir ku ew ê greva xwe heya dawiyê piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê bikin û wiha got: “Em soz didin ku em ê li ser rêya berxwedanê bimeşin heta ku Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan ji girtîgeha faşîzma Tirkiyê rizgar bikin.

Îro em ji hemû cîhanê re rola jinan li hemberî hemû dijminan radigihînin û hemû jinên cîhanê Leyla Guven in, sekna me ya îro ji bo îsbatkirina jinan û hêza îradeya gelan li herêmê ye.

Em spasiya hemû kesên ku beşdarî greva birçîbûnê dikin ji ber ew xwesteke menewî ji hemû gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye."

Piştî ku daxuyanî bi dawî bû, çalakgeran roja 7 û 8’an êlegên çalakiyê radestî çalakgerên ku dê di roja 9 û 10’an de tevlî grevê bibin kirin. Her du rojên dawî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan di bin drûşmeya "Biratiya gelan dê komployên faşîsizma Tirkiyê bişkîne" ji bo piştgiriya  berxwedana Leyla Guven û 230 hevalên wê, tê organîzekirin.

(jo/bm)

ANHA