Çalakiya Til Temirê bidawî bû

Şêniyên navçeya Til Temirê çalakiya ku ji beriya 3 rojan ji bo piştgiriya bi Leyla Guven û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiribûn, bidawî kirin.

Çalakiya Til Temirê bidawî bû
4 sibat, 2019   14:30

HESEKÊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca destekdayîna çalakiya Leyla Guven ku ev 89 rojin di greva birçîbûnê de ye û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan lidar dixin.

Kongerya Star a herêma Til Temirê jî ji beriya 3 rojan konê çalakiyê veda bûn. aliyê Kongreya Star ve li herêma Til Temirê beriiya 3 rojan hate vedan. Îro jî bi dehan şênî, saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî tevlî çalakiyê bûn.

Paşê daxuyaniyek ji aliyê Kongreya Star ve hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Xedîce Îbrahîm ve li pêşiya konê çalakiyê ku li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hatiye vedan, hat xwendin.

Xedîce destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven maskên hemû desthilatdaran xist xwarê û rêya rêhevalên xwe Mazlûm Dogan, Mihemed Xeyrî Dûrmûş û Sakîne Cansiz ku ji mirinê jiyan ava kirin, berdewam dike.

Xedica diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û bi vê yekê dixwaze gel ji perspektîfên wî mehrum bike û wiha pê de çû: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan,  Leyla Guven dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û bi sedan kes li her çar aliyên cîhanê destek dan çalakiya wê û ketin greva birçîbûnê. Em bang li rêxistinên mafê mirova dikin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker re deyînin û helwestên xwe diyar bikin.”

Daxuyanî bi drşûmeyên silavkirina berxwedana Leyla Guven û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bû.

Tê payîn ku sibe konê çalakiyê li navçeya Dirbêsiyê  were vedan û 3 rojan dewam bike.

(bx/bm)

ANHA