Li “herêmên bêçek” şer û topbaran didome

Li “herêmên bêçek” binpêkirin didomin. Hêzên rejîma Sûriyê komên çete yên girêdayî Tirkiyê topbaran kirin.

Li “herêmên bêçek” şer û topbaran didome
4 sibat, 2019   14:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku binpêkirin li “herêmên bêçek” didomin. Hêzên rejîma Sûriyê herêma Til El-Sultan a gundewarên başûrê Idlibê, Til Osman, gundê El-Bane û derdora gundê El-Sexir ê gundewarên bakurê Hemayê topbaran kirin.

Topbaran li ser herêma Cezraya ya gundewarên başûrê Helebê pêk hat. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, eniyên derdora herêma Cezraya topbaran kirin.

Ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê destnîşan kir ku hêzên rejîma Sûriyê piştî ku tevgera terorîstan dît û hewldanên wan ku dixwazin ber bi nuqteyên artêşa Sûriyê ve biçin, bi çekên kalaşnîkof derdora bajarokên El-Cenabre û Til Osman ên gundewarên bakurê Meherde kirin hedef û birîndarên çeteyan çêbûn.

Her wiha ajansê diyar kir ku li gundewarên başûrê Idlibê di navbera artêşa Sûriyê û komeke çeteyan de li “herêma bêçek” li eniyên bajarokê El-Tehen şer derket û di encamê de çend endamên çeteyan hatin kuştin.

(bx/bm)

ANHA