‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’

Hejmara koçberên ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne gihaşt derdora milyonekê. Li aliyê din jî QSD heftane bi hezaran sivîlan ji destê DAIŞ’ê rizgar dike. Li gel vê jî alîkariya rêxistinên mirovî ji koçberan re tenê ji sedî 17 e.

‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’
‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’
‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’
‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’
‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’
‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’
‘Rêjeya alîkariya rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 e’
4 sibat, 2019   09:55

EHMED EL-KIMYAN - TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên Sûriyê yên herî ewle têne hesibandin. Ji ber wê bûye meqseda bi hezaran koçberên ku ji herêmên xeternak revîne. Koçber ji gundewarên Helebê, Hema û Meskenê hene, lê piraniya koçberan ji terora dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Cerablus, Idlib û Babê reviyane.

Bi destpêkirina operasyonên QSD`ê yên rizgarkirina herêmên Reqa û Dêrazorê re ku di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de bûn, hejmara koçberan zêde bû.

Hejmara koçberan milyonek derbas kir

Ji ber koçberbûna bi hezaran şêniyan ber bi herêmên ewle ve, ev 4 sal e Rêveberiya Xweser kamp vekirin û heya roja me ya îro jî alîkariyan belav dike.

Li gorî Buroya Geşepêdan û Kar û Barên Mirovî hejmara koçberan li herêmên Rêveberiya Xweser gihaşt milyonekê. Derdora 54 hezar di kampên Eyn Îsa, kampên Minbic ên Rojhilat û Rojava, El-Tiwêhniyê, Ebû Xeşeb, El-Mebrûka, Hol, Roj û Newroz de dimînin.

Hejmara koçberan di nav kampên bêserûber de li herêmên Minbic, Reqaq û Dêrazorê 800 hezar koçber derbas kiriye. Herêma Cizîrê tenê derdora 500 hezar koçberî hembêz kiriye.

Her wiha QSD bi pêngava bi navê Şerê Tunekirina Terorê ya li dijî quncikên dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê li herêma Hecînê ya rojhilatê gundewarên Dêrazorê her hefte bi hezaran sivîlan rizgar dike. Bi vê re jî hejmara koçberan zêde dibe.

Buroya Geşepêdan û Kar û Barên Mirovî hewl dide pirsgirêkan çareser bike

Buroya ku bi koordîneya tevahiya rêxistinên mirovî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixebite, hewl dide pêdiviyên koçberan peyda bike. Lê 2 pirsgirêkên awarte rastî hewldanên buroyê tên.

Pirsgirêka yekem ew e ku bi şert û mercên zivistanê re çem tijî av dibin û bi ser kampan de diçin. Mînak; Kampa El-Tiwêhniyê. Ya din jî pêlên koçberiyê ji herêma Hecînê. Buro hewl dide çareseriyên guncaw ji van pirsgirêkan re peyda bike.

Buroyê ji bo pêşwazîkirina pêlên koçberiyê ji herêmên Hecîn û El-Sûr, niha bi Rêveberiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê re dixebite da ku kampekê ava bike. Kamp ji 20 konên mezin (sîwan) tevî nuqteyeke tenduristiyê pêk tê.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi rêya alîkariyên kêm ên rêxistinên ku li herêmê kar dikin, pêwîstiyên koçberan peyda dikin heya ku wan vediguhêzin kampa Hol a herêma Cizîrê.

Buroya Geşepêdan û Kar û Barên Mirovî û bi koordîneya Komseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan, hewl dide pirsgirêka Kampa El-Tiwêhniyê ya bajarê Tebqayê çareser bike. Ava çem derbasî nav kampê bûye, ji ber wê jî buro hewl dide koçberên ku zirar dîtine, veguhêze kampa El-Mebrûka heya ku kampeke nû ava dikin.

Alîkariyên rêxistinên mirovî tenê ji sedî 17 pêwîstiyên koçberan peyda dikin

Rêxistinên mirovî alîkariyên kêm pêşkêş dikin û nagihîjin asta ku tê xwestin. Alîkariyên wan, pêwîstiyên koçberan pêşkêş nakin.

Girêdayî mijarê hevserokê Buroya Geşepêdan û Karûbarên Mirovî Ebdulqadir Miwehed axivî û wiha got: “Alîkariyên ku ji hêla rêxistinên mirovî ve tên kirin, tenê ji sedî 17 pêwîstiyên koçberan pêşwazî dike. Em hewl didin rêxistinan teşwîqî pêşkêşkirina miqdara herî mezin ji alîkariyê bikin da ku pirsgirêkên heyî çareser bibin.”

Ebdulqadêr Miwehed destnîşan kir ku yek ji sedemên kêmbûna miqdara alîkariyên ku ji hêla rêxistinan ve têne pêşkêşkirin, girêdana wan bi awayekî fermî bi hikumeta Sûriyê ve ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku alîkarî bi rêya deriyên ku hikumeta Sûriyê bi rê ve dibin, derbas dibin. Ji ber wê rastî bertekên keyfî tên û têne kontrolkirin heya digihîjin asta mudaxeleya mekanîzmaya belavkirinê. Ew jî bandoreke neyînî li ser gihaştina alîkariyan dike.”

Hejmara rêxistinên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin û têkildarî karûbarên mirovî ne zêdetirî 120 rêxistin in û hemû ruxset ji Buroya Geşepêdan û Kar û Barên Mirovî wergirtine. Buro ji rêxistinan re tiştên pêwîst radigihîne, da ku alîkariya koçberan bikin.

(şx/bm)

ANHA