Fikrên Ocalan ji xwe re kirin armanc

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema serdana bajarê Helebê kir, bi gelek şêniyan re civiya. Jina bi navê Zelûh Ebdo yek ji wan kesan e ku Ocalan dîtiye. Zelûh dibêje wê fikrên Ocalan ji xwe re kirine armanc.

Fikrên Ocalan ji xwe re kirin armanc
4 sibat, 2019   08:57

TOLÎN HESEN / HELEB

Tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybet jin, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dirêjahiya têkoşîna wî de bandor lê kiriye. Ocalan doza jinan û rizgariya wan ji têkoşîna xwe re kir bingeh. Bi sedan jin ên ku pê re rûniştine, bi fikrên wî bandor lê bûye û gotinên ku di navbera wan de hatine gotin, bi bîr tînin.

Jina bi navê Zelûh Ebdo ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd e, beriya 30 salan bi rêya têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike.

Dayika Zelûh Ebdo destnîşan kir ku fikrên Ocalan bandor li wê kiriye, ji ber ku Ocalan banga azadî  û mafên jinan kiriye.

Hevdîtina bi Ocalan re

Zelûh Ebdo diyar kir ku wê di sala 1995`an de li bajarê Helebê di civîneke berfireh de ku gelek şênî û kesayetên siyasî amade bûn, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye. Zelûh diyar kir ku Ocalan bi nêrîn û gotinên xwe bi taybet girêdayî azadiya jinan, bala hemûyan kişandibû.

Zelûh Ebdo bal kişand ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wê demê û wiha got: "Ji wê demê ve Ocalan behsa pêwîstiya yekitiya Kurd û hevgirtina gel li hember dijmin dikir."

'Bi vîna me dê berxwedan bi ser bikeve'

Zelûh gotina Ocalan a ku tê de digot `Mirov ji teknîkê bi hêztir e, ji ber ku wî teknîk afirandiye` bi bîr xist û wiha pê de çû: "Ji wê bingehê baweriya min bi têkoşîna ji bo azadiya jinan û gihandina wê ji tevahiya astan re zêde bû. Ji ber ku em tê gihîştin ku vîna me ji planan bi hêztir e û dê bi saya vînê em ê bi ser bikevin."

Di encama berdewamkirina xeta têkoşînê de, hevserê Zelûh Ebdo yê ku li taxê mîna Zelûh kar dikir, piştî serhildana Qamişlo bi du salan ji hêla rêjîma Sûriyê ve hate revandin û heya 3 salan di girtîgehê de ma û rastî îşkenceyê hat, ji ber ku tenê wêneyê Ocalan pê re dîtine.

Di dawiya gotinên xwe de Zelûh Ebdo wiha got: "Jina azad ku Ocalan behsa wê dikir, Leyla Guven a îro ye. Em xwedî vîn in û bi hezaran şopdarên şehîdan in. Îsbata wê jî vîna Leyla Guven e. Leyla Guven û şehîdên jin ên ku canê xwe feda kirine, nîşaneyên têgeha azadiyê ne ku Ocalan behsa wê dikir."

(şx)

ANHA