Xebatên Buroya Xebitandinê ya Minbicê

Buroya Xebitandinê ya Minbicê li Bakurê Sûriyê hewl dide kar ji şêniyan re peyda bike. Hejmareke zêde ji şêniyan, daxwaznameyên kar li gel buroyê tomar dikin.

Xebatên Buroya Xebitandinê ya Minbicê
4 sibat, 2019   09:44

SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Buroya Xebitandinê ya Minbicê yek ji buroyên girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarê Wê ye. Buroyê bi rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ji hêla QSD`ê ve, di sala 2016`an de hatiye avakirin.

Piştî serweriya ewlehiyê li bajarê Minbicê ji hêla Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve buro hewl dide kar ji şêniyên Minbicê re peyda bike. Li gorî serjimariyên ku buroyê bi me re parve kirine, 10 hezar şênî ji bo ku di nav saziyên bajêr de bixebitin, navên xwe li gel buroyê tomar kirine.

Buroyê heta niha kar ji 5 hezar şêniyan re peyda kiriye û hîna jî hewl dide li gorî pîvanên saziyan kar ji şêniyan re peyda bike.

Daxwaznameyên peydakirina kar ji şêniyan re ji hêla saziyên û komîteyên girêdayî wê ve her yek li gorî xwezaya kar, asta xwendinê û tecrubeyan pêk tê. Karkerên şaredariyan û endamên rêxistinan bi rêya buroyê têne erkdarkirin.

Li gorî rêveberiyên buroyê belgeyên pêwîst ev in; navê kesê ku dixwaze kar bike, asta xwendinê, navnîşan û hejmara telefonê.

Girêdayî mijarê, hevseroka Buroya Karûbarên Civakî û Xebitandinê Emîre El-Hac Casim ji ajansa me re axivî û wiha got: "Tomarkirin berdewam e. Rojane em bi dehan şêniyan pêşwazî dikin. Em navên şêniyên ku li gel me hatine tomarkirin ji saziyan re dişînin. Li gorî tecrube û astên xwendinê yên pêwîst şênî têne erkdarkirin. Em bi hemû hêza xwe hewl didin kar ji şêniyan re peyda bikin."

 (şx)

ANHA