Komîteya Çandiniyê pêdiviyên cotkarên Şehbayê peyda dike

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê li gorî plansaziya 2018`an, gelek pêdiviyên cotkaran peyda kirin û qadên çandiniyê heya hezar hektarî fireh kirin.

Komîteya Çandiniyê pêdiviyên cotkarên Şehbayê peyda dike
4 sibat, 2019   10:03

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê ji bo danîna plansaziya çandiniyê, destpêkê astengiyên ku rastî warê çandiniyê tên nas dike û girtekên pêwîst ji bo geşepêdana hilberîna çandiniyê, diyar dike.

Komîteya Çandiniyê ji bo zêdekirina qadên çandiniyê û peydakirina pêdiviyên cotkaran, bi armanca bilindkirina asta hilberîna çandiniyê ya kantona Şehbayê plansaziyek daniye.

Petat (kartol) ji hilberînên sereke ne ku li kantona Şehbayê têne çandin, ji ber wê komîte hewl dide qadên çandina hilberîna petatan zêde bike, pêdiviyên hilberînê ji mazot, semad û dermanên çandiniyê ji cotkaran re peyda bike.

Têkildarî mijarê, hevseroka Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Îman Hisên got wan ji cotkaran re mazot, semad û dermanên çandiniyê pêşkêş kirine.

Îman Hisên destnîşan kir ku Komîteya Çandiniyê ji bo pêşxistina warê çandiniyê yê kantonê û peydakirina kar ji şêniyan re, bi taybet ên Efrînê yên ku ji çandiniyê qut bûne, hewl dide pêdiviyên cotkaran peyda bike.

Îman Hisên di dawiyê de ev agahî dan: "Me beşek ji plansaziya 2019`an anî cih. Me pêdiviyên cotkaran peyda kirin, 14 hezar bermîl mazot, 400 tûr semad belav kir û qadên çandiniyê heya hezar hektarî fireh kirin."

(şx)

ANHA