Di demeke nêz de av digihîje zeviyên gundê El-Esediye

Komîteya Avdanê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Tîma Afirînerên Pêşerojê xebatên sererastkirina pergala avdanê ya gundê El-Esediye ya ku 10 hezar hektar zevî av dide, didomîne. Li gorî çavdêrên projeyê, di çend rojan de dê proje bi dawî bibe.

Di demeke nêz de av digihîje zeviyên gundê El-Esediye
Di demeke nêz de av digihîje zeviyên gundê El-Esediye
4 sibat, 2019   08:21

REQA

Bi armanca kontrolkirina herikîna ava avdanê û birêxistinkirina wê, Komîteya Avdanê û Tîma Afirînerên Pêşerojê xebatên sererastkirina sazkera avdanê ya gundê El-Esediye li bakurê gundewarên Reqayê dimeşîne.

Sazker 26 yek ji mezintirîn sazkerên qenaya El-Sehlebiya Jêrîn tê hesibandin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê mayin lê çandibûn, beriya ku ji herêmê birevin bi temamî hatibû rûxandin.

Sazker 10 hezar hektar zevî av dide. Ava wê digihîje 9 gundên derdorê; Hitîn, El-Ednaniye, El-Esediye, El-Ysifiye, El-Nesîm, El-Qehtaniye, Yarub û El-Himêrat.

Proje dê di demekê de ku 10 rojan derbas neke, bi dawî bibe û dê derdora 20 hezar şênî û cotkarên Reqayê jê sûdê wergirin.

Endezyarê rêveber ê projeyê Ebdulqadir El-Elî girêdayî projeyê ev tişt anî ziman: "Ji ber paşdeçûna çandiniyê li gundewarên Reqayê, me mezintirîn sazkera avdanê ya gundewarên Reqayê kir armanca xebatên xwe. Ji 40 rojan ve em di vê projeyê de dixebitin û hindik maye ku bi dawî bibe."

Ebdulqadîr El-Elî destnîşan kir ku proje gelekî girîng e lê rewşa hewa bandor li bidawîkirina projeyê kir û wiha pê de çû: "Sazker li ser qenayeke mezin a avdanê hatiye bicihkirin. Herikîna avê ya nebirêxistinkirî zirar bi zeviyan û cotkaran dikir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Tîma Afirînerên Pêşerojê bi hevkariya Komîteya Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, projeyeke bi navê `Sewacî El-Xêr` li gundê El-Sehlebiyê pêk anîbû. Di projeyê de qenaya El-Sehlebiyê û Harûn El-Reşîd ên ku 17 hezar donim zevî li gundewarên rojava ava didin, sererast kirin.

(şx)

ANHA