‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê li rexma şert û mercên zehmet xwe li kantona Şehbayê careke din bi rêxistin kir û bi israra xwendekaran jî xwendekar perwerde kir. Berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zehîde Meîmo wiha got: “Me bersiva êrîşan bi berdewamkirina berxwedanê li ser asta perwerdeyê da.”

‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
‘Me bi domandina perwerdeyê bersiva êrîşan da’
4 sibat, 2019   08:07

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de bi tank, top û balafiran êrîşî kantona Efrînê kir. Dewleta dagirker bi teknîka herî pêşketî êrîş kir. Di encamê de bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran kes ji ber êrîşên dewleta Tirk axa xwe bi cih hiştin. Cihên pîroz ên gelên Efrînê hatin hilweşandin, xwezaya wê hat tehrîbkirin û malên gel hatin talankirin.

Di heman demê de gelek dibistanên kantonê jî hatin wêrankirin û ji aliyê leşkerên dagirker û çeteyan ve wek cihên leşkerî hatin bikaranîn. Ji 318 dibistanan 68 ji binî ve hatin rûxandin. Bi wê re jî 30 xwendekar û 2 mamoste jî hatin şehîdkirin. Her wiha bi dehan xwendekar û mamoste jî birîndar bûn.

Di 27`ê Çileya 2018`an de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a kantona Efrînê ji bo parastina jiyana xwendekar û kadroyên perwerdeyê biryar da ku heta êrîş werin rawestandin dibistan girtî bimînin.

Piştî derbasbûna 2 mehan ji êrîşan, bi zêdekirina topbaranê li ser kantonê û hedefgirtina sivîlan, bi sed hezaran şêniyên Efrînê neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe da kantona Şehbayê. Li wir berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê berdewam dikin.

Şêniyên Efrînê niha li Şehbayê di kamp, gund û navçeyên wê de bi cih bûne. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo ku xwendekarên Efrînê careke din vegerin xwendinê, dest bi vekirina dibistanan kir. Ruxmî nebûna derfetan, komîteyê ji bo berdewamkirina werza yekem a sala perwerdeyê ku xwendekar jê qut bûne, di meha Hezîranê de hindek dibistan sererast kirin û hindek din jî vekirin. Komîteyê di nav 2 mehan de pêvajoya perwerdeyê li gel şert û mercên zehmet û di nav mal û dibistanên wêrankirî de bi dawî kir.

Di havîna sala borî de di nav amadekariyên sala perwerdeyê ya nû de, bi sedan mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk tev li dewreyên branşan bûn. Dewreyan 2 mehan berdewam kir.

Komîteyê deriyên 64 dibistan li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê ya girêdayî kantona Efrînê ji nû ve li ber 13 hezar û 500 xwendekaran vekirin. Dibistan ji astên xwendinê yên seretayî, navîn û amedehî hatin vekirin.

Tevî dijwarbûna peydakirina pêdiviyên xwendekaran jî lê komîte bi hemû hêza xwe xebitî û pêdiviyên xwendekaran peyda kirin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo hin dibistanan daniştok peyda kirin. Ruxmî şert û mercên şer li Sûriyê û topbarana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a dem bi dem li ser kantona Şehbayê pêk tê jî, projeya perwerdeyê bi israra xwendekar û kadroyên xwendinê serkeftî derbas bû.

Di hefteya borî de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bawername li tevahiya xwendekarên ku werza duyemîn a sala perwerdeyê qedandine, belav kirin. Her wiha tevî dijwarbûna şertên herêmê xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Girêdayî mijarê berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zehîde Meîmo axivî û wiha got: “Tirkiye bi armanca qirkirina gelê Kurd, çand û zimanê wî, êrîşî Efrînê kir. Me jî wek Komîteya Civaka Demokratîk bersiva êrîşan bi berdewamkirina berxwedanê li ser asta perwerdeyê da. Me xwe ji nû ve bi rêxistin kir û ji nû ve xwendekar vegerandin dibistanê. Destpêkê me dibistan di bin konan de vekirin. Xwendekar bi rêya vîn û israra xwe perwerde berdewam kirin. Bi vî giyanê berpirsyar û vîna bihêz me astên xwendinê yên xwendekarên Efrînê bi dawî kirin."

(şx/bm)

ANHA