Ednan El-Miftî: Di rewşa heyî de Hevpeymana Edeneyê ne pêkan e

Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ednan El-Miftî diyar kir ku di rewşa heyî ya li herêmê de qebûlkirina Hevpeymana Edeneyê ne pêkan e.

Ednan El-Miftî: Di rewşa heyî de Hevpeymana Edeneyê ne pêkan e
4 sibat, 2019   08:28

KOBANÊ

Serokê Parlmentoya Herêma Kurdistanê yê berê û Endamê Buroya Siyasî ya Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê Ednan Miftî girêdayî mijara Hevpeymana Edeneyê ya sala 1998’an di navbera Tirkiye û Sûriyê de hate îmzekirin axivî û wiha got: “Li gorî rewşa heyî hevpeyman ne gengaz e.”

Mijara ji nû ve pêkanîna Hevpeymana Edeneyê piştî serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan li paytexta Rûsyayê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re kete rojevê. Pûtîn di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de mijara Hevpeymana Edeneyê xist rojevê.

Ednan El-Miftî got mohrkirina hevpeymanê, wê demê hebûna gelê Kurd dikir armanc û wiha got: “Lê rewşa Sûriyê niha cuda ye, êdî hebûna Kurdan li ser erdê rastiyek e û di her hevpeymaneke nû de divê Kurd tev lê bibin.”

‘Hevpeyman mirî ye’

Ednan El-Miftî wiha domand: "Piştî derbasbûna gelek salan, hevpeyman mirî ye. Êdî rewş ne mîna berê ye. Divê rewş bi awayekî baş were xwendin. Rewşa Kurdan a nû divê neyê paşguhkirin û li gel pêşdeçûnên nû yên herêmê pêkanîna Hevpeymana Edeneyê ne pêkan e."

Ednan El-Miftî destnîşan kir ku divê lihevkirin, danûstandin hebe, rewşa heyî were qebûlkirin û wiha pê de çû: “Kes nikare rola Amerîka û Rûsyayê li herêmê paşguh bike û divê hêzên navdewletî roleke erênî di vî warî de bilîzin.”

Di berdewama gotinên xwe de Ednan El-Miftî şerê ku DAIŞ li dijî Kurdan dimeşîne û berxwedana Kurdan a li dijî terorê li bîr xist û wiha nirxand: “Şaş e ku ev tişt were paşguhkirin. Divê civaka navdewletî di şerê li dijî terorê de li rex Kurdan bisekine."

Ednan El-Miftî gotinên xwe wiha berdewam kirin: "Lihevkirin û danûstandin di navbera aliyan de girêdayî herêma ewle, tişta herî rast e. Amerîka û Rûsya di her lihevkirinekê de lîstoikvanên sereke ne. Ewlehiya neteweyî ya cîhanê bi tunekirina terorê li tevahiya cîhanê ve girêdayî ye. Ev hêzên terorîst destê xwe dirêjî her derê dikin. Bûyerên ku li herêmê rû dan û rû didin îsbata vê yekê ne. Tu ola terorê tune ye, divê hemû li dijî wê xetereya cîhanî bisekinin."

Ednan El-Miftî gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Di rewşa pêkanîna Hevpeymana Edeneyê de metirsî li ser Kurdan çêdibe. Lê li gorî rewşa nû ev tişt ne pêkan e. Divê aliyên têkildar vê rewşê baş bixwînin û rêgezên danûstandin û lihevkirinê bidin pêş."

(şx/bm)

ANHA