‘Berxwedana Leyla Guven cihê serfiraziyê ye’

Endama Tîma Jinên Sûriyê ya Aştiyê ya bajarê Helebê Cîhan El-Seman berxwedana Leyla Guven silav kir û wiha got: “Berxwedana Leyla Guven cihê serfiraziyê ye.”

‘Berxwedana Leyla Guven cihê serfiraziyê ye’
4 sibat, 2019   07:24

TOLÎN HESEN - ROZANA DADO / HELEB

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Culemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 89 roj e di greva birçîbûnê de ye. Girêdayî mijarê endama Tîma Jinên Sûriyê ya Aştiyê ya Helebê Cîhan El-Seman destnîşan kir ku berxwedana Leyla Guven bûye berxwedaneke pêşeng.

Endama Tîna Jinên Sûrî ya Aştiyê Cîhan El-Seman piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven nîşan da û wiha got: “Berxwedana Leyla Guven vîna jinên azad rave dike. Ez piştgiriya tevahiya girtiyên li cîhanê bi taybet jî jinan dikim. Hemû lihevkirin û biryarên navdewletî teqezî li ser azadiya ray û rêzdariya wê dikin."

Berxwedana jinên Sûriyê cihê serfiraziyê ye

Girêdayî destwerdanên ji derve Cîhan El-Seman destnîşan kir ku divê destwerdanên derve ku hewl didin axa Sûriyê parçe bikin, bên rawestandin.

Cîhan têkildarî berxwedana jinên Sûriyê di dirêjahiya aloziyê de wiha got: "Piştî ku jinên Sûriyê encamên şer bi temamî tehemul kirin û di hindek herêmên Sûriyê de çalak bûn û destanên dîrokî nivîsîn, berxwedana jinên Sûriyê cihê serfiraziyê ye."

Divê planên Tirkiyê werin pûçkirin

Cîhan El-Seman di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Sûriyê ji aliyên cuda ve rastî dagirkirinê tê û wiha got: “Ji ber wê divê gelê Sûriyê planên Tirkiyê pûç bike û yekbûna xaka Sûriyê biparêze.”

(şx/bm)

ANHA