Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin

Buroya Kombûna Olan a Helebê, ji bo hemû olan bixe bin sîwanekê, pêşiya fitneyên ku dixwazin di navbera olan de tevliheviyê derxin bigire, pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera gelan de çêke, hat avakirin.

Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
Li Helebê Buroya Kombûna Olan hate avakirin
2 sibat, 2019   12:15

ROZANA DADO / HELEB

Buroya Kombûna Olan a taxa Şêxmeqsûd di 22`yê Tebaxa 2017`an de hat avakirin. Buro girêdayî Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) e.

Buroyê bi armanca bidawîkirina nakokiyan di navbera şêniyan de hat avakirin. Ev biryar bi taybet di Gulana 2015’an de, piştî hewldanên çeteyên girêdayî Tirkiyê ku dixwest tevliheviyê di nava gelan de derxin, hat avakirin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd bi tevahiya olên xwe, îslam, êzidî, xiristiyan, di nav jiyaneke hevbeş de ne. Bi kombûnê hewlên çareserkirina pirsgirêkên ku ji bo baweriyan di navbera gelan de derdikevin û yekitiya şêniyan pêk bîne, hat avakirin.

Avakirina Buroya Kombûna Olan a Şêxmeqsûdê wek yekemîn sîwana olan, ku tevahiya olan komî serhev dike, tê hesibandin. Kombûn ji aliyê şêx û pisporên dozên olî û fikrî ve hat avakirin û ji 24 endamên ji olên cuda pêk tê.

Buroya Kombûna Olan ji Buroya Kar û Barên Îslamî, Buroya Çavdêriya Olî û Buroya Fetwayan pêk tê. Buroya Çavdêriya Olî karên meleyan û mizgeftan dişopîne. Her wiha hewl dide xîtabên melayan dûrî xîtabên siyasî bike. Buroya Fetwayan bersiva pirsên şêniyan ên der barê baweriyan de dide.

Buroyên xiristiyan û êzidiyan her yek bi rola xwe radibe û bi rêya nîqaşan pirsgirêkan çareser dikin da ku hevgirtina civakî xurttir bikin.

Di taxê de 9 mizgeft, Dêra Meryem El-Ezra û Mala Êzidî hene.

Rola kombûnê di boneyan de

Buroya Kombûna Olan tev li tevahiya boneyên olî yên cuda dibe. Mîna salvegera Aşûraa, şeva nîvê Şaban, rojbûna Hz. Mihemed, şeva Israa û Mîrac û cejna El-Mesîh. Tevlêbûna buroyê di boneyan de bandoreke erênî li şêniyan dike.

Girêdayî girîngiya kombûnê, hevserokê Buroya Kombûna Olan Elî El-Hesen ji ajansa me re axivî. Elî El-Hesen destnîşan kir ku avakirina buroyê pêwîstiyek bû, ji ber ku roleke girîng di bidawîkirina fitneyan de dilîze.

Elî El-Hesen diyar kir ku ev buro yekemîn buro ye ku tevahiya olên herêmê komî serhev dike, tê hesibandin.

Endama Buroya Kar û Barên Êzidiyan, Meqbûle Salih Nebo jî destnîşan kir ku buro bi armanca hevgirtina olan, avakirina wekheviyê di navbera olan de hatiye avakirin. Meqbûle bi bîr xist ku ola Êzidî rastî tepeserkirin û berovajîkirinê hatibûn.

Girêdayî rola jinan di Buroya Kombûna Olan de Meqbûle destnîşan kir ku jin bi rêya rêvebirina kar û barên olî, bi erka xwe radibin û xwe îsbat dikin. Meqbûle got dijminên gelê Sûriyê nekarîn misilman û êzidiyan bikin dijminên hev.

(şx/bm)

ANHA