Li ser rêya Hesekê – Şedadê mayinek hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Hesekê li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Şedadê de mayinek bê bandor kir.

Li ser rêya Hesekê – Şedadê mayinek hate bêbandorkirin
Li ser rêya Hesekê – Şedadê mayinek hate bêbandorkirin
2 sibat, 2019   12:27

HESEKÊ

Îro welatiyekî agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku tiştekî biguman li ser rêya giştî ya di navbera rêya rojava û rêya navdewletî de heye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên taybet ên rakirina mayinan, yekser berê xwe da cihê bûyerê û herêm dorpêç kirin. Tevgera erebeyan ber bi rêya giştî ve şandin heta ku mayin hat bêbandorkirin.

Mayin ji bo teqînê hatibû amadekirin. Lê hêzên taybet ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew bê bandor kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn agahî dabû şêniyan ku eger tiştek biguman bibînin, yekser agahiyê bidin wan.

(bx/bm)

ANHA