Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreyeke nû vekir

Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî ya girêdayî Akademiyên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreya 9`an bi navê Dewreya Şehîd Samir Hemade vekir.

Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreyeke nû vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreyeke nû vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreyeke nû vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreyeke nû vekir
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî dewreyeke nû vekir
2 sibat, 2019   12:09

TEBQA

Di dewreyê de 31 endamên ji Meclisa Ciwanên Tebqayê, komîteyên Rêveberiya Sivîl û Rêveberiya Giştî ya Gumrika Tebqayê tev lê bûn.

Dewre dê mehekê dewam bike, waneyên bîrdozî, di nav de girîngiya perwerdeyê, neteweya demokratîk, dîroka jinan, dewlet û desthilatdarî, şerê taybet, çand û exlaq û gelek waneyên din dê tê de werin dayîn.

Di merasîma vekirinê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir, endamê rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferzende Munzur axivî û destnîşan kir ku bi saya QSD`ê ew perwerdeyên xwe didin û bi rêya akademiyan civakan bi pêş dixin.

Li aliyekî din ve jî, endamê rêveberiya Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî Fîras Reşo di destpêka axaftina xwe de perwerde li endaman pîroz kir û wiha domand: "Tevlêbûna endaman li perwerdeyê gaveke mezin ber bi avakirina civaka demokratîk ve ye û bi rêya perwerdeyê ew şoreşeke zihnî ava dikin."

Hêjayî gotinê ye ku şervanê QSD`ê Samir El-Hemade ku dewre bi navê wî ye, di 28`ê Sibata 2016`an de li Girê Spî şehîd bûbû.

(jo)

ANHA